Gerîla li Sêrt û Bedlîsê lêxist: 14 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Sêrtê de 10 leşker hatine kuştin, gerilayekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand  li Bedlîsê dema ku leşkerên Tirk di operasyonê de bûn li wan xistine û li vir 4 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:

LI QADA HEREKOLÊ YA SÊRTÊ ÇALAKÎ

Hêzên me 23’yê Hezîranê saet 16.00’an, li qada Herekolê ya Sêrtê, li ser girê Şehîd Berxwedan  bi ser mewziyên artêşa TC’ê ya dagirker de çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de bi sekeftî li mewziyên dijmin hatiye xistin û 3 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker derengiya şevê kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêra bi tîpa Skorskyê rakirine.

LI BEDLÎSÊ HÊZA OPERASYONÊ DERB XWAR

21’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Oranis a navçeya Bedlîsê Tetwanê operasyon daye destpêkirin. Hêzên me heman rojê saet 11.30’an yekîniyeke operasyonê kiriye hedef. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

 Piştî çalakiyê artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bi obûs û hawanan li qadê xistine. Operasyon 23’yê Hezîranê bi rengekî bê encam neçar maye ku vekişe.

LI GARISA YA SÊRTÊ 7 LEŞKER HATINE KUŞTIN

23’yê Hezîranê me daxuyaniyek dabû û gotibû 21’ê Heziranê li qada Garisa ya Sêrtê bi ser yekîneyek xef a artêşa TC’ê ya dagirker de çalakiyek hatiye lidarxistin, 3 jê kontra 7 leşker hatine kuştin û di şer de hevalekî me şehîd bûye.

GERÎLAYÊ KU ŞEHÎD BÛYE

Agahiyên nasnameyê yê gerîlayê ku şehîd bûye wiha ye;

Nasnav: Herekol Agir

Nav û Paşnav: Cemal Yalçin

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik - Bav : Makbûle - Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Hezîran 2017/ Sêrt