Gerîla li Heftanîn, Metîna û Zapê lêxist

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Heftanîn, Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Heftanîn;

28’ê Tebaxê di saet 06.00’an de hêzên me dagirkerên li qada Bektoryayê dema ku ketin nav liv û tevgerê, xistin bin kontrolê. Piştre bi taktîka sabotajê li van dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek bi giranî birîndar bû.

Li Herêma Metîna;

28’ê Tebaxê di saet 08.00’an de mudaxileyî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Golkayê ber bi pêş ve biçin, hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me liv û tevgera dagirkeran hate sekinandin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

27’ê Tebaxê di saet 14.20’an de bi çekên giran mudaxileyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me liv û tevgera dagirkeran hate sekinandin.

27’ê Tebaxê di saet 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

27’ê Tebaxê di saet 15.44’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xwestin bi kepçeyê wesayîta leşkerî ya bi tîpa Toyota ya ku berê di çalakiya gerîla de hatibû îmhakirin, bibin. Bi çekên giran mudaxileyî van dagirkeran hate kirin.

30’ê Tebaxê di saet 00.10, 10.30, 12.30, 12.55, 13.19, 13.29, 18.00 û 18.03’yan de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

28’ê Tebaxê di saet 07.05’an de de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

31’ê Tebaxê di saet 03.00’an de bi taktîka sekvaniyê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, kamereyeke mobesse û projektorek hatin hedefgirtin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;

27 û 30’ê Tebaxê bi teqemeniyên qedexekirî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 3 caran hatin bombebarankirin.

29’ê Tebaxê bi teqemeniyên qedexekirî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera 27-31’ê Tebaxê de qada Girê Şehîd Cîhan a herêma Qendîlê carekê, qadên Girê Qele, Kendekola, Şehîd Şerîf, Sinînê, Lolan û Berbizinê yên herêma Xakurkê 11 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna û Bêşîlî yên herêma Metînayê 13 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran, qadên Mêranê, Mam Nêçîr, Heftebax, Girê Kun, Deşta Kafya, Yekmalê, Sêdarê, Dêrîk, Dêreşê, Girê Egîd, Kanî Sarkê yên herêma Garê 19 caran; bi giştî 49 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

28, 29, 30 û 31’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê û qadên Lolan, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf û Sinînê yên herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”