Gerîla li Gever û Xakurkê li leşkerên Tirk dan
Gerîlayên HPG’ê li Geverê di 24’ê Tîrmehê de 4 çeperên leşkerên Tirk rûxandin û 12 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li Geverê di 24’ê Tîrmehê de 4 çeperên leşkerên Tirk rûxandin û 12 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê daxuyaniyek da.
Di çalakiya li Girê Şehîd Sarya ya Xakurk û navçeya Gever a Colemêrgê de bi kêmanî 13 leşker hatin kuştin.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk lidar xistine.
Kesên bi navê Haşim Hesen û Cebelî Balî yê ji gundn Kaportê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser mijara bi artêşa TC’ê re karkirin bi dehan car ji aliyê hêzên me ve hatiye hişyarkirin. 23’yê Tîrmehê saet 22:00’an hêzên em li dijî van kesên ku ev hişyarî li ber çav negirtin agir berdane 3 kamyon, 2 kepçe û gelek amûrên kargeheke ku girêdawî wan bû û tinekirine.
LI GEVERÊ 4 ÇEPER HATIN RUXANDIN: 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN
24’ê Tîrmehê heman rojê saet 08:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistine de 4 çeper hatin ruxandin, bi qasî hate zelalkirin 12 leşker hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skosky ji qadê rakirine.
Heman rojê seet 12:20’ê hêzên me yên YJA Starê, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên TC’ê yên li devera daristan a Girê Şehîd Sarya dar jêdikirin çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Piştî çalakiya sekvaniyê ya li dijî leşkerên li Girê Şehîd Sarya hate kirin û şûnde, hêzên me saet 19:30’î li Girê Şehîd Dewrêş ê li herêma Xakurkê kepçeyeike ya girêdayî TC’ê kirine hedef. Di vê çalakiya bi dijwarî li kepçeyê hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehate bidestxistin.
BALAFIRÊN ŞER DERDORÎ GUNDÊ BÊPALAN A QENDÎLÊ BOMBE KIRIN
24’ê Tîrmehê saet derdorî 16:00-17:30’î balafirên şer ên Tirk derdorî gundê Bêpalan ê girêdayî herêma Qandîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê û saet 20:15’an jî devera Kurojahro ya girêdayî Herêma Zapê bomberdûman kiriye.”