Gerîla li  Bestayê çalakiya suîkastê kir

Gerîlayên HPG'ê li herêma Bestayê ya Şirnexe li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke suîkastê kir. Hate gotin di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û  Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand 10'ê Gulanê li herêma Bestayê çalakiyeke suîkastê kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: ''Bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever, 10'ê Gulanê li herêma Bestayê ya Şirnexê, li qada Şehrîban li dehma Deriyê Eyşedînkê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakiyeke suîkastê hate kirin. Leşkerekî ku derb lê ketî hate kuştin.''

Di daxuyaniyê de têkilî operasyonên dewleta Tirk û êrîşên hewayî jî agahî hate dayin:

''30'ê Nîsanê saet 23.00'an artêşa TC'ê ya dagirker li qada Kelanisê ya naçeya Hawêlê ya Sêrtê bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyon daye destpêkirin. 1'ê Gulanê balafirên şer ên dagirkeran di navbeyna saet 10.00 û 18.00'an de qada operasyonê bombe kirin. Di encama vê bombebaranê de 3 hevalên me şehîd bûne. Ev operasyon 3'yê Gulanê ji qadê kişiyane. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre wê bi raya giştî re werin parvekirin.

12'ê Gulanê (îro) saet 03.00'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker geliyê Şêxzadê yên herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di encama êrîşê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''