Gerîla Korkmaz: Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir
Gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz qala fermandarê mezin ê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) kir û got, "Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir."
Gerîlayê HPG'ê Şervan Korkmaz qala fermandarê mezin ê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) kir û got, "Hevalê Egîd bi çalakiya xwe pêşengî ji artêşa me re kir."
Şervanên azadiyê yên Kurdistanê bi hesta tolhildanê tevlî pêvajoya şer dibin. Niha li çiyayên Kurdistanê di her kêliyê de berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Şervanên fedaî yên ku berdêlên giran didin, têkoşîna ku fermandar Egîd da destpêkirin 40 sal in dewam dikin. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Yek ji wan şervanan jî Şervan Korkmaz e ku qala bandora Pêngava 15'ê Tebaxê kir.
Gerîla Şervan Korkmaz di destpêka axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên li zindanan, gelê Kurd û şervanên li çeperan pîroz kir û gto, "Piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bûm min paşnavê hevalê Egîd li xwe kir. Ji ber ku dema hevalan qala hevalê Egîd dikir gelekî jê bi bandor bûbûm. Li ser tevlîbûna wî ya li şer û jiyanê gelekî fikirîm. Piştî ku hevalê Mazlûm Dogan nas dike biryar dide ku tevlî bibe. Hevalê Egîd bi fîşeka destpêkê asta şer diyar kir, pêşengî ji artêşa me re kir. Em jî li ser vê bingehê têdikoşin û li ser şopa fermandarê me yê mezin Egîd û Zîlan dimeşin. Min xwest bibim şervanekî mîna hevalê Egîd, lewma paşnavê wî li xwe kir. Ez jî dixwazim weke hevalê Egîd bibim fermandarekî şer.
Dema ku min rojnivîska hevalê Egîd xwend, min hîn baştir ew fêhm kir û bi vê wesîleyê dilsoziya min a bi partiyê re hîn mezin bû. Çalakiyên ku li Botanê kir, nirxandinên wî yên li civînê gelekî bandor li min kir. Hevalê Egîd di rojnivîska xwwe de qala hemû bîranînan û tecrûbeya xwe dike. Her ku min rojnivîska hevalê Egîd xwend, hîn bêhtir jê hez kir. Hevalên nû tevlî dibin bi giranî hevrêyên xwe yên şehîd ji rojnivîskên wan nas dikin û tecrûbeyên wan ji xwe re dikin esas. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em il ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd dimeşin û wan ji xwe re dikin mînak. Heta nefesa xwe ya dawî em ê li ser şopa heval Egîd û Zîlan bimeşin û bigihêjin serketinê. Soz û armanca me ew e ku dagirkeran ji vê xaka pîroz biavêjin. Heta ku dijmin ji Kurdistanê derxînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê silav û hezkirinên xwe pêşkêşî Rêber Apo û hevrêyên li çeperan dikim ku li dijî dijmin li ber xwe didin."