Gerîla Eylem xwîna xwe rijand ser axa xwe

Min xwest xwedî li dil, hest û eşqa heval Xelîl Dag derkevim… Kêliyên ku çawa dest da gerîla, her kêliya wê çawa nivîsand, li me da heskirin ev çiya û gerîla nemir kir…

Ew maba ku ciwaniya Govendê bidîta wê çi binivîsa, dîsa çavên behrî yên gerîla Eylem bidîta, dilê wê yê mîna çiya mezin bidîta wê çi binivîsanda li ser lênûsa xwe û ji bo me mîras bihişta…

Em gihiştin Avaşîn ê… di nava xwêdan û heriyê de lê qet me gilî ne dikir. Ji ber ku dizanim her gerîlayê Zagrosê yên li ber min re derbas bûn û borîn ev gotin; ji Zagrosê hes bike ku te bavêje himêza xwe. Me jî ev ji bo xwe kir ferman, Zagros da himêza xwe. Herî jî ba, hişk jî ba,bi merhamet jî ba her yê me bû. Niha fam dikim, çima gerîla gelek tiştî taloq nakin. Di vê şerê bê eman de nediyar bû kengê û çawa wê kîjan şerûba nemiriyê vexwe.

‘DU XWIŞK Û BIRA, DU HEVRÊ’

Dawiya dawî min Govendê dît. Ew Govenda ku yên berê bi dengê ‘Jûlîan’ qîr dikir a jineke herî bedew a cîhanê, nagihêje heskiriyê xwe bi zorê bi yeke dîn re didin zewicandin. Bi dûayeke ya vê jina ciwan re hemû kesên li wir dibin kevir. Bi dûaya jinek aşiq ciwaniyeke ku pêk hatiye, Govendê. Gerîla Eylem yekem kes bû ku govendê ji bo min vegot û da heskirin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatiye dinê, piştî sala 2011’an birayê wê Dilxwaz Nisêbîn tevlî gerîla dibe û şûnde xwe nagire berê xwe dide çiyan. Ji Mêrdînê bigire heta Botanê gerîlayê dike. Dilxwaz Nisêbîn sala 2015’an dema artêşa Tirk a dagirker bi tank û topan berê x we dide nava bajarê û xwe li qetilkirina sivîlan nagire, berê xwe dide berxwedan Cizîrê û li hembre banga ‘berxwedanê’ ya ciwan û gelê Cizîrê bi çeka xwe li Cizîrê heta kêliya dawî li ber xwe dide û nemir dibe. Du xwiş û birayên ku xwedî ruhekî wiha ne. Gerîla Eylem Dixwaz ji birayê xwe zêdetir xwedî li xeyalên Dixwaz derdikeve û didomîne. Govendê bi min dide heskirin û vê dibêje:

‘DIVÊ EM HIMBÊZ BIKIN VAN KEVIRAN…’

“Ez ji xwe re dibêjim divê em van keviran himbêz bikin, divê em bi meşîn li ser rêyan, divê çongên me xwîn bibe di nava wan keviran de. Zanîna hebûna dijmin a li wir nefesê distîne min bi hêrs dike, ji ber wê çendê hemû enerjiya min di çalakiyan de ye, di çeka min û lingên min de çêdibe. Dizanim ku em ê bi enerjiya xwe dijminê xwe bibin bêxin. Dizanim ku em ji ber wê şer dikin. Ev deyneke li ser milê me ku disa em vê xweşikiyê bidin Kurdistanê. Ji ber ku ev wesiyeta şehîdên me ne. Ew bûn xak ji bo Kurdistanê. Rêber Apo digot, ‘xakê ne êşînin.’ Çavên her zalimek ku vê xakê diêşîne bila bi xaka me tejî bibe, bila dilê wan di agirên kûr de bişewite ku careke din cesaret nekin ku dest dirêjî li xaka me bikin.” Gêrîla Eylem gotinên xwe xilas kir û keniya. Ew li dawiya her hevokekê û di nava her bendekê de dikeniya.

Min jî jê keyfxweşî digirt; ji lêvên ku bi salan hatî qirêjkirin kenek wisa, hêrsek bi vî şêweyî derxistin çiqas xweşik e. Gêrîla Eylem Dilxwaz di jiyana xwe ya gêrîlatî de ji Metîna hetanî Avaşîn rêwîtiyek kir. Her cihê ku diçûyê kenê xwe, girêdanbûna xwe ya bi vê jiyanê re, cesareta xwe, ew kenê ku hinek caran her kes ditirsan û carnan jî bicesaret dikir, pêşengitiya di her çalakiyê de ku ne bêje barane yan herî ye ku çûyîyê, dema digot, ‘em jin ji bo avaniya nû bibin hêza pêşeng û rol bileyîzin. Emê li ser zaliman çong nedanin, ji kesê minetê ne xwazîn’, bê jî bi gotinên xwe yên mîna helbestî, bi biryar û sade ya devoka xwe ya (Mêrdînî) diaxivî… Hemû li ber çavê min û kamereya min hatiye tomar kirin…

Gerîla Eylem Dilxwaz (Songu Mûtlû) 6’ê Mijdara 2020’ê dema li qada Govendê ya Avaşîn li gel tîmek hevrêyên xwe diçûn çalakiyê, 13 leşker kuştin û heta dawî şer kirin. Eger ku Xelîl Dag te binasîba wê ev li ser lênûsa xwe binîvîsa; Çav behrê, çavê min gerîlayeke dilê wê bi qasî çiya dît. Ew jî gerîla Eylem Dixwaz e. Herî pêş bezî, herî pêş meşiya. Got; ‘Divê çokê me xwîn jê bê’ li Govendê xwîna çoka xwe berda nava axê.