Gerîla êrişên dagirkeriyê yên sala 2021'ê çawa têk birin?

Artêşa Tirk ku sala 2021'ê li ser Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Starê rast hat. Gerîla bi piştgiriya gelê Kurd hewldana dagirkeriyê ku bi çekên kîmyewî hate kirin, têk birin.

Artêşa Tirk piştî bombardûmana bi mehan a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê kir.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar ragihand ku bi navê "Pençe Kîlît" li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê "operasyon" hatiye destpêkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê jî diyar kir ku hêzên gerîla ji kêliya destpêkê ve dest bi berxwedanê kirine.

Êrişa nû ya dagirkeriyê ku bi mehan e amadekarî jê re dihate kirin, piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî di 15'ê Nîsanê de li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re civiya, destpê kir. Ji xwe di çapemeniya Kurd de demek bû dihate ragihandin ku PDK wê bi rengekî çalak tevlî êrişa nû ya dagirkeriyê bibe.

Êrişên bi heman rêbazê di sala 2021'ê de jî bi giranî hatin kirin.

Di sala 2021'ê de hêzên dagirker kîjan taktîk û çek ceribandin, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê çawa êriş têk birin?

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku serkêşiyê ji rêveberiya dewleta Tirk re dike, di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de ku sala 2014'an biryar li ser da, şerê ku li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dimeşîne biryar da ku sala 2021'ê bigihîne asteke cuda. Artêşa Tirk planeke tunekirinê ya dişibe plana rejîma Srî Lankayê ya li dijî gel û şervanên Tamîlê danî ber xwe û ev konsepta xwe ya şer a nû meha Sibatê ceriband. Wê demê Erdogan û tîma wî ya şer ji xwe bawer bûn ku bi vê rêbaza nû wê bi ser bikevin.

DESTPÊKÊ LI GARÊ DERB XWAR

Serokkomarê Tirk Erdogan di 8'ê Sibata 2021'ê de bal kişand ser 10'ê Sibatê û got, "Pêşniyarê li we dikim ku li roja Çarşemê li axaftina min a ji bo gel temaşe bikin. Ez ê di wir de gelek bedewiyan pêşkêşî we bikim."

Bala raya giştî çû ser axaftina Erdogan a piştî du rojan. Sibeha 10'ê Sibata 2021'ê artêşa Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh a ji bo dagirkirinê kir.

Di vê êrişê de ku li ser qada Siyanê ya herêma Garê hate kirin, zêdeyî 50 balafirên şer ên Tirk bombe li qadê barandin, piştre jî bi helîkopteran leşker li herêmê hatin danîn. Yekîtiyên artêşa Tirk ku dixwestin bi rengekî mayinde li herêmê bi cih bibin, li berxwedana gerîla rast hatin û dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.

Leşkerên Tirk 13'ê Sibata 2021'ê neçar ma bi lez û bez xwe vekişînin. Di encama êrişên hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî de 12 leşker, polîs û endamên MÎT'ê û kesekî ji Başûrê Kurdistanê yên di destê HPG'ê de bûn, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin.

Artêşa Tirk ku 37 endamên wê hatin kuştin, şeva 13'ê Sibatê reviya û bi vî rengî êrişa li ser herêma Garê qediya. Di êrişê de 15 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn. Gerîlayên ku kampa êsîr lê bûn diparastin, bi êrişên kîmyewî hatin qetilkirin. HPG'ê di daxuyaniya 16'ê Sibata 2021'ê de ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku ji ber hîn jî şop û bandora çekên kîmyewî li kampê heye, ew nikarin bikevin hundirê kampê.

Piştî êrişa têkçûyî ya li ser Garê, Wezîrê Parastinê yê Tirk Akar bi van gotinan li xwe mikur hat ku gazên kîmyewî hatine bikaranîn: "Tenê gaza ku çavan dişewitîne hatiye bikaranîn." Li gorî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku Tirkiye ji sala 1997'an û vir ve endamê wê ye, li deverên girtî mîna şikeftan, bikaranîna gazên kîmyewî -gaza ku çavan dişewitîne jî di nav de- qedexe ye ku bêne bikaranîn.

KONSEPTA NÛ YA ŞER

Piştî têkçûna li Garê yekîneyên artêşa Tirk di şeva 23-24'ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku cihê bicihbûnê yê gerîlayên Kurdistanê ye, dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê kirin. Hêzên artêşa Tirk ku xwestin gav bi gav Kurdistanê dagir bikin û têkoşîna azadiyê ya Kurd bitepisînin, ji hewayê ve hêzên xwe danîn herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê ku ji bo gerîla deverên stratejîk e. Bi vî rengî hewl da van herêman dagir bike.

Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi navê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê dest bi pêngavan kirin. Leşkerên Tirk di 10 rojên destpêkê yê şer de gelek caran çek û gazên kîmyewî bi kar anîn. Tevî ku li pêşberî çavên cîhanê çekên kîmyewî bi kar anî û sûcê şer kir, li qada navneteweyî ti hişyarî û pêkanîn nehate kirin. Artêşa Tirk ji ber vê yekê jî ev rêbaza qirêj ji xwe re mayinde kir. Lê belê gerîlayên HPG û YJA Starê bi derfetên gelekî kêm li Metîna, Zap û Avaşînê li dijî gazên bi jehr û kîmyewî dest bi berxwedaneke bêeman kirin.

BERXWEDANA MAMREŞO, GIRÊ SOR Û WERXELÊ

Armanca destpêkê ya artêşa Tirk qada Mamreşo ya Avaşînê bû. Hêzên gerîla li Girê Şehîd Mûnzûr bi pêşengiya fermandar Serhat Giravî (Kamûran Alpsar) 10 rojan bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk re 7 gerîla ketin çeperên şer û 10 rojan bi rêbazên sabotajê û sûîqestê taktîkên gerîla yên dema nû xistin meriyetê, derbên giran li dagirkeran dan. Artêşa Tirk bi rojan ji hewa û bejahî ve bombardûmaneke giran li çeperên şer kir.

Di 6-8'ê Gulana 2021'ê de vê carê qada Aris Faris a Avaşînê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî dest bi berxwedanê kir. Di vê berxwedanê de ku 3 rojan dewam kir, bi taktîkên cuda derbên giran li artêşa Tirk hate xistin û gelek ji leşkerên Tirk hatin kuştin. 5 Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Artêşa Tirk li Girê Sor ku yek ji qadên stratejîk ên eniya Avaşînê ye, li pêşberî berxwedana gerîla ya bi mehan di 15'ê Îlona 2021'ê de yekemcar bi çekên kîmyewî êrişeke giran kir.

BOMBARDÛMANA KÎMYEWÎ KIRIN

Leşkerên Tirk ku nekarîn bi êrişên hewayî encamê bi dest bixin, bi tonan TNT û teqemeniyên cuda bi rêya helîkopteran li qadê danîn û li van çeperan teqandin. Tevî ku ev rêbaz gelek caran hate ceribandin artêşa Tirk nekarî bi gerîlayên di çeperan de. Vê carê jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî da ku di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin. Piştî ku gerîlayan êrişên bi gazên kîmyewî têk birin, artêşa Tirk ji rojên destpêkê yên meha Îlonê û pê ve dest bi bombardûmana bi kîmyasala bi rengekî nû kir. Heman demê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk 5 meh in li dijî gerîla gazên bi jehr û çekên kîmyewî bi kar tîne, Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û DYE bêdeng dimînin û ev yek şirîkatiya li sûcê dewleta Tirk e.

Artêşa Tirk di 2'ê Îlonê de li hemberî gerîlayên li tunelên şer ên li Werxelê ji sibehê ve destpê kir û 7 caran gazên kîmyewî û bi jehr bi kar anî. Piştî her hewldana ku nekarî encamê bi dest bixe, leşkerên Tirk cûre û rêjeya gazên kîmyewî guherand. Di nava 90 rojî de nekarî gerîlayên li Werxelê li ber xwe didin tasfiye bike. Di 3'ê Îlona 20221'ê de gerîlayên YJA Starê yên li Avaşînê ji du baskan ve li leşkerên li vê qadê xistin û di encama çalakiyê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Leşkerên Tirk piştî rojekê careke din êrişî qadên berxwedanê yên li Werxelê kirin û di 4'ê Îlonê de 17 caran êrişî qada Werxelê ya berxwedanê kirin. Hêzên gerîla ev êriş jî têk birin. Piştî çend rojan careke din êrişên bi bombeyên kîmyewî zêde bûn. Di encama van bombardûmanên bi çekên kîmyewî de 5'ê Cotmeha 2021'ê li eniya Werxelê 5 gerîla şehîd bûn.

PDK'Ê XWEZAYA KURDISTANÊ PÊŞKÊŞ KIR

Artêşa Tirk ku bi hêzên hewayî û çekên konvansiyonel dest bi êrişê kir, li hemû eniyan ji kûçikên ku kamera bi serê wan ve hatine kirin heta bi gazên kîmyewî hemû amûrên li ber destê xwe bi kar anî. Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî êrişî gundên li herêmê jî kir. Li herêma Berwarî Bala ku kîmyasala bi jehr bandor lê kir, gelek kesên ji gundê Hirorê ketin bin bandora kîmyasalê. Hêzên PDK'ê ketin û derketina vê herêmê girtin û salekê nehiştin ku zeraa çekên kîmyewî li herêmê kiriye neyê tespîtkirin.

Artêşa Tirk ku nekarî bi berxwedanê, li her devera xwe gihand, ji bo dagirkeriya xwe mayinde bike dest bi talankirina xwezayê kir. Leşkerên Tirk heta dawiya havînê di êrişên dagirkeriyê de 84 caran agir bi qadê xist. Her wiha 47 gundên Başûrê Kurdistanê da valakirin û darên li 60 gundan birî, qadên çandiniyê, bax û baxçeyên ji hezaran donimî şewitî yan jî zerar lê bûn. Bi milyonan zindiyên li daristanan bi bombeyên fosfor û madeyên şewitînê hatin şewitandin. Talankirina xwezaya Kurdistanê li nava gelê Başûrê Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin.

Hikumeta Kurdistanê ya Federe ya bi serkêşiya PDK'ê ku piştgirî û destûr da êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, valakirina gundan û firotina zeviyan ji bo Tirkiyeyê teşwîq kir. Dema ku birîna daran û birina wan a ji bo Tirkiyeyê bû sedema nerazîbûnê, Sefîrê Tirkiyeyê yê li H ewlêrê Hakan Karaçay got, "Me qadên ku em lê ne kirîn. Li cihê ku me kirîne em rê çêdikin, daran dibirin."

BÎLANÇOYA 2021'Ê JI BO DEWLETA TIRK GIRAN BÛ

Lê belê ev kiryar û hewldanên dewleta Tirk bi kêr nehat û n ekarî bi berxwedana gerîla. Di encamê de jî ber bi dawiya salê ve artêşa dagirker neçar ma xwe vekişîne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di rojên destpêkê yên salê de bîlançoya şer eşkere kir û ragihand ku artêşa Tirk di sala 2021'ê de 2 hezar û 25 êrişên hewayî, 426 êrişên bi obus û hawanan û 367 êrişên bi çekên kîmyewî kiriye. Di encama van êrişan de 298 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn. Li dijî hêzên dagirker jî 742 çalakî hatin kirin û di encamê de 861 leşkerên Tirk hatin kuştin.

GELÊ KURD LI DORA BERXWEDANÊ CIVIYA

Gelê Kurd tevî dostên xwe sala 2021'ê li hemberî êrişên dagirkeriyê li dora gerîla civiyan. Her roj li Ewropa, hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li çar aliyên cîhanê çalakiyên ji bo piştgiriya bi berxwedana gerîla hatin lidarxistin. Bi taybetî çalakiyên ku sûcê şer ê dewleta Tirk teşhîr dikin hatin lidarxistin.

Berxwedana fedaî ya gerîla û çalakî, xwepêşandan û kampanyayên bênavber ên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê êrişên dagirkeriyê yên sala 2021'ê têk birin.