Gerîla Dîren: Ciwanên Kurdistanî li Heftanînê destanan dinivsînin

Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a di berxwedana Heftanînê de cih digire, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ciwanên Kurdistanê dîrokê dinivsînin.

Berxwedana gerîlayan a li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Heftanînê dewam dike. Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a nû tevlî Cenga Heftanînê bûye, asta berxwedana mezin a li Heftanînê tê birêve birin nirxand. Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a ji bo tevlî Cenga Heftanînê bibe hatî herêmê, diyar kir ku gelek gerîla dixwazin tevlî berxwedanê bibin û bên Heftanînê. Gerîla Dîren Serhed anî ziman ku tevlîbûna wê ya vê pêngavê ji bo wê fersendek e û got: “Moral û menewyeta hemû hevalên min dîtin pir bilind e.”

Li hemberî ewqas teknîkê berxwedana tê kirin kedekî pir mezin e. Min hinek hevrê dîtin tevî ku birînar bûn jî bi ruhê êrîşê bi ser dijmin ve diçûn, pir bi fedayî, vê anîna ziman jî pir zor e. Şahidiya vê kirin ewqasî zor bû, li gel vê anîna ziman hê zortir e. Di vê pêvajoyê de şahidî ji berxwedanê re kirin, di nava Cenga Heftanînê de girtin, rûmetekî pir mezin e ji bo min.

Di dîroka Kurdistanê de berxwedanên pir mezin hene. Ev berxwedan jî yek ji wan e. Çalakiyên tên kirin, dîsa moralên hevrêyên ku min dîtin bandorekî pir mezin li min kir. Jiyîna van hestan li vir pir bi wate ye û anîna ser ziman zor e. Ev der hem meydana cengê û hem jî meydana berxwedanê ye.”

‘ÇAVKANIYA KELECANA ME RÊBERTÎ YE’

Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed diyar kir ku Heftanîn di wateyek din de Botan e û wiha pêde çû: “Dixwazin pratîkekî hê xurtir û bibim layîqî vê berxwedanê. Heftanîn ji bo me Botanekî din e. Vê dana nîşandan, vê di çalakiyan de xuyakirin û di pratîkê de jiyîn û dana nîşandan wateyekî mezin e. Hê jî berxwedan didome. Gelek leşekr hatin kuştin, tevî teknîkekî ewqas mezin bi sedan leşker hatin kuştin. PKK û milîtanê PKK’ê, ciwanên Kurdistanê dîrokê dinivsînin.”

Gerîla Serhet bal kişand ku çavkaniiya moralê ya gerîlan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, got ku wê heta dawiyê xaka Başûrê Kurdistanê biparêzin. Gerîla Serhet anî ziman ku gerîla bi moralekî pir mezin li ber xwe dide û wiha domand: “Tevlîbûna vê kelecanê, tevî her tiştî di vê moralê de cih girtin, gelek bi wate ye. Ev ruh wê li gel xwe berxwedan û serketinê bîne.Çavkaniya berxwedana me Rêbertî û şehîdên me ne. Çavkaniya moralê me Rêbertî ye, çavkaniya kelecana me jî Rêbertî ye.

Ev der xaka Başûrê Kurdistanê ye, xakeke ya gelê Başûr e. A Kurdan e. Eger ku hinek hebin biçin, ew jî dagirkerin. Ezê biçim qada Dupişka. Mîna dûpişkan ezê êrîşî wan bikim. Tu kes xwe li ber fedayiyên PKK’ê nikare rabigire. Nikare xwe li axa kurdistanê bigire. Niha hemû şervanên Kurd, Tirk, Ereb û Elman ên di çeperan de li dijî dagirkeriyê şer dikin silav dikim.”