Gerîla Dijwar Şoreş li Amedê hate veşartin

Cenezayê gerîlayê HPG'ê Dijwar Şoeş ku li Hetayê şehîd bûbûn, piştî bi 7 mehan radestî malbatê hate kirin. Dijwar Şoreş Amed hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Murat Kolca (Dijwar Şoreş) ku li Çiyayên Amanosan a navçeya Dortyolê ya Hetayê, 6'ê Nîsanê bi êrîşa SÎHA'yan de li gel 8 hevalê xwe şehîd bûyî, piştî ku testa DNA'yê bi encam bû, piştî 7 mehan radestî malbatê hate kirin.

Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Remziye Tosun û rêveberên partiyê hatin goristanê lê hêzên dewleta Tirk nehiştin ku tevlî merasîma cenaze bibin. Cenazeyê Dijwar Şoreş piştî ku hewcehiyên dînî hate kirin li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.