Gerîla Cesûr bi nav û paşnavê kekên xwe şer dike

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Cesûr, navê xwe ji kekên xwe yên şehîd hilaniye. Cesûr dibêje, "Me li çiyê nekarî hev bibînin, lê di têkoşînê de em bi hev re ne" û PKK'ê dişibîne "şîrê pak".

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Cesûr, bi rûyê xwe li ken di hişê mirovan de yekser cihê xwe digire. Li gel rûyê xwe yê li ken, di dilê xwe yê ciwan de hezkirina hevrêtiyê û êşa du kekên xwe yên bi navê Êrîş û Cesûr hene.

'JI BO ŞEHÎDAN, RÊBERTÎ Û GERÎLA...'

Piştî ku du kekên wî li nava refên PKK'ê şehîd bûn, Êrîş Cesûr tevlî nava refên HPG'ê dibe. Ji bo sedema tevlîbûna xwe jî dibêje, "Ji bo şehîdan, Rêbertî û gerîlayên li çiyê têdikoşin."

Kekê wî ku navê wî hilaniye, Êrîş Gever sala 2013'an, kekê wî yê din ê navê wî kiriye paşnavê xwe Cesûr Gever jî sala 2010'an şehîd bûn. Êrîş Cesûr dibêje, "Nav hemû navên şehîdên me ne. Wan jî navê hevrêyên xwe yên şehîd hilanîbûn."

Cesûr anî ziman, berî ew tevlî nava HPG'ê bibin, polîsên Tirk timî diavêtin ser mala wan, kekên wî jî ev zext dîtin û bi vî rengî tevlî bûn.

'ME LI ÇIYÊ HEV NEDÎTIBIN JÎ DI TÊKOŞÎNÊ DE EM BI HEV RE NE'

Ji bo kekê xwe Cesûr Gever dibêje, "Li dijî dewleta Tirk her tim bi hêrs bû, lê ev yek ti carî bi rengekî bêrêxistin nîşan nedida. Bi rêxistin dikir û bi vî rengî nîşan dida. Bi parvekirinê jî zanîbû." Êrîş Cesûr diyar kir ku wî dixwest kekên xwe li çiyê bibîne, lê ev firsend bi destê wî neket û got, "Me li çiyê hev nedîtin, lê di têkoşînê de em bi hev vre ne."

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Cesûr wiha dewam dike: "Li van çiyayan ji xwe em li heman rêyê dimeşin, li heman kaniyê avê vedixwin. Niha ji bo min bi dehan hevrêyên Êrîş û Cesûr hene, hemû jî ji bo wî hêja ne. Armanca Şehîd Cesûr çûyina Zagrosan bû, hêvîdar im ez ê xewn û xeyala wî bi cih bînim."

'PKK MÎNA ŞÎR PAQIJ E'

Êrîş Cesûr ê HPG'yî diyar dike ku ew PKK'ê bi rengekî cuda pênase dike û dibêje, "Mirovan bi awayekî gelekî cuda ber bi xwe ve dikişîne û bi xwe ve girê dide. PKK mîna şîr e, çawa ku gemarek li ser şîr hebe yekser xuya dike, PKK jî bi vî rengî ye."