'Gerîla bi coş û moraleke mezin pêşî li dagirkeriyê digire'

"Gerîla niha bi coş û moraleke mezin hem pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk digirin hem jî di salvegera pêngavê de bi hêz û afirîneriyê tevdigere."

Gerîlaya YJA Starê Rojda Cizîr bi wesîleya salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, "Fermandar Egîd bi çalakiya xwe bandoreke mezin li gelê Kurd kir. Gerîla niha li tevahiya Kurdistanê çalakiyan dikin, li dijî artêşa Tirk şer dike û pêşî li dagirkerî û qirkeriyê digire. Ev mîrateya Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Beriya 36 salan artêşbûna jinê, hêza jinê lawaz bû. Ne nasnameya wê dihate gotûbêjkirin, ne jî kesî jê bawer dikir. Di dîroka Kurdistanê de jinên berxwedêr û jinên nav û deng bêguman hebûn. Lê weke Tevgrea PKK'ê ku karibin bi salan li ser çiya şer bikin, rêxistina xwe xurt bikin, hêza jinê tune bû. Her gerîlayên ku li nava HPG û YJA Starê xwe bi rêxistin dikin, berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ne. Fermandar Mahsûm Korkmaz di dîroka Kurdistanê û PKK'ê de mohra xwe li berxwedaniyê, şoreşgeriyê û pêşengiyê xist. Gerîla niha bi coş û moraleke mezin hem pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk digirin hem jî di salvegera pêngavê de bi hêz û afirîneriyê tevdigere."

'LI DIJÎ TUNDIYÊ PARASTIN ŞERT E'

Gerîlaya YJA Starê Rojda Cizîr destnîşan kir ku yekane rêya pêşîgirtina li qirkirinê û tundiya li jinê xweparastin e û got, "Dewleta Tirk her roj êrişî jin û zarokan dike. Dixwaze Kurdan qir bike, çanda Kurdan ji holê rake. Dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîla di salvegerra 15'ê Tebaxê de hem dixwaze êrişên dagirkeriyê têk bibe, hem jî derbên giran li artêşa Tirk bixe."