Gerîla Azadî: Muzîk jî beşek ji şerê min e

Gerîla Azadî dibêje, gerîla ku hunermendên hunera şer e, stranên çanda qedîm distirên.

Me bi dengekî bedew ê gerîlayeke jin li stranan guhdarî kir. Ji Mukerrem Kemertaş û Mûsa Eroglû heta Aram Tîgran. Me xwest vê gerîlaya deng xweş ji nêz ve nas bikin.

Pênc sal in li nava refên gerîla ye. Navê wê Azadî Ûmût e. Ji bo vî nave xwe dibêje, ji bo hêviyên ji bo azadiyê qed neqedin" wê ev nav li xwe kiriye.

Dûre qala bedewiya gerîla dike: "Gerîla jiyan e, jiyana ji bo rûmetê ye. Rêwîtiya ber bi xwe ve ye. Gihîştina rastî û cewhera xwe ye."

Di dema vê sohbeta ji dil de strana Aram Tîgran a 'Ax ax welat' distirê. Dengê wê yê narîn û bedew dilê mirovan şa dike.

JIYANA GERÎLA JÎ HUNER E

Sohbeta me li ser şer û hunerê dewam dike. Azadî tevlî tezên stratejîstên mezin dibe ku şer weke hunerê dibîne. Wiha dewam dike: "Rêberê me em hîn kir ku şer bi her awayî tê kirin. Jiyana gerîla huner e, gerîla jî hunermendeke/î hosta ye... Ez şervanek im, lê bi xurtkirina hunerê re ez ê vî şerî bidomînim."

HUNERA BI RUHÊ MILÎTANÎ

Gerîla Azadî pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Çand û Hunerê nîşanî me dide û beşekî jê dixwîne:

"Huner karekî şer e. Bi taybetî di pêvajoya rizgariya neteweyî de li welatekî mîna yê me ku şerê man û nemanê dide, huner bi ruhê milîtaniyê tê kirin. Divê bi ruhê şervaniyê, bi wêrekî û fedakariya wê bê nirxandin. Nebaşiya herî mezin a li wê were kirin, wê nebaşiya herî mezin a li Kurdistanê hatibe kirin. Min got, wê bi hesasiyeta şervanekî bilîzin, bistirên. Ev kar mîna şer e, ya ku li wir tê temsîlkirin rastiya me ya şer e, êşên me ne, berxwedana me ye, jiyana me ya şoreşgerî ye. Bersiva li daxwaza me ye. Yên ku bi erk û wezîfeyê radibin bêguman wê bi fedakarî tevbigerin."

Azadî dubare dike ku huner di heman demê de karê herî mezin ê şer e û bi taybetî ji ciwanan re dibêje, di vê demê de xwedîderketina li hunerê di heman demê de xwedîderketina li şoreşê û nirxên gelê Kurd e. Em jî ji wî dengê bedew ê Azadî li çend stranan guhdarî dikin.