Gerîla Arya: Ez li çiyê azad im

Dîcle Arya ku piştî xwendekarî û rojnamevaniyê tevlî nava refên YJA Starê bû got, "Dema ku li çiyê dimeşim hîn bêhtir pê dihesim ku xwe azad dibînim."

Dîcle Arya  ku li Bakurê Kurdistanê rojnamevantî dikir, ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî kedkarên çapemeniyê neçar ma derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û wê demê gerîla nas dike.

Ji gerîlayên YJA Starê Dîcle Arya qala çîroka xwe ya gerîlabûnê kir.

'ÊRIŞÊN DIJMIN LÊGERÎNÊN MIN ZÊDE KIR'

Arya anî ziman ku di sala 1990'î de li Colemêrgê ji dayik bû, di nava malbat u xizmên welatparêz de mezin bû û got, "Ez di nava civakeke welê de mezin bûm ku bi her rengî bi çand, xak û koka xwe ve girêdayî ye û ti carî serî li ber dijmin netewand. Di sala 2009'an de li Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi rêya ciwanên xwendekar ên welatparêz min tevgera azadiyê nas kir. Beriya wê demê ji ber welatparêziya malbatê min tevger nas dikir, lê belê bi qasî ku Rêbertî û tevgerê fêhm bike xwedî asteke bilind a têgihiştinê nebû. Di sala 2009'an de hîn bêhtir ji ailyê hebûna neteweyî ve têgihiştim. Wê demê tevlî karên ciwanan bûm. Rêbaza jiyanê, nîqaş, parvekirin û hevrêtiya xwendekarên welatparêz bala min dikişand. Hin lêgerînên min hebûn û gihîştim wê encamê ku dikarim bersivê ji van lêgerînên xwe re peyda bikim. Dema ku min karê ciwanan dikir dijmin operasyonên qirkirina siyasî kir. Di encama wan operasyonan de hatim destgîrkirin. Piştî wê demê lêgerînên min zêdetir bûn û hêrsa min a li dijî dijmin mezin bû. Piştî ku hatim berdan min karê xwe dewam kir. Di sala 2012'an de ji bo zanîngehê çûm Enqereyê. Li wê deverê di dema xwendinê de faşîstan êriş kirin. Şandina nameyan ji bo hevrêyên xwe yên li zindanê kiribûn hincet. Ev êriş êdî ji bo min serdemeke diyarker bû."

'MIN FÊHM KIR KU NIKARIM LI DIBISTANÊN DIJMIN BIM'

Arya got, "Min fêhm kir ku êdî nikarim li dibistanên dijmin bim" û ragihand, "Min ev êriş weke êrişeke şexsî nedît, êriş li dijî Kurdîtiya min hatibû kirin. Piştî vê êrişê min biryar wergirt ku bi rengekî çalak tevlî kar bibim. Di sala 2012'an de tevlî karê çapemeniya azad bûm. Demekê min li Bakurê Kurdistanê ev kar kir. Êrişên dijmin ên li dijî kedkarên çapemeniyê û çapemeniya azad zêde bûn."

Arya ragihand ku hem ji ber êrişên dewleta Tirk hem jî ji ber daxwaza wî ya tevlîbûnê êdî gihîşt wê encamê ku nikare li Bakurê Kurdistanê rojnamevaniyê bike û biryar wergirt ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

'MIN XWE HÎN BÊHTIR AZAD DÎT'

Dîcle Arya di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û destnîşan kir ku şer û komkujiyên li Rojava û Şengalê bandoreke giran li wê kir û ji ber vê yekê tevlî nava refên YJA Starê bû.

Dîcle Arya anı ziman ku gelek taybetmendiyên gerîla bala wê kişandin û got, "Timî li çiyê ne, ji bajêr dûr in û di nava xwezayê de ne. Gerîla xwedî hesteke welê ya hevrêtiyê ye ku dema êrişeke dijmin pêk were ji bo tiştek bi hevalên wan neyê xwe diavêje pêşiya fîşek û bombeyên dijmin. Dema ku li çiyê meşiyam, pê hesiyam ku hîn bêhtir azad im."

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Arya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kir.