Gerîlayê YRK'ê Argeş Bokan: Her azadîxwaz divê li ser xeta Rêber Apo têbikoşe

Gerîlayê YRK'ê Argeş Bokan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku her kesê jiyaneke azad, demokratîk û wekhev dixwaze divê li ser xeta fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd têbikoşe.

Gerîlayê Hêzên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Argeş Bokan bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Argeş Bokan 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiye, malbatên şehîdan, şehîdan û têkoşerên rêya demokrasî û azadiyê pîroz kir.

Argeş Bokan wiha axivî:

"Bê guman 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, di dîroka mirovatiyê û têkoşîna azdî û demokrasiyê de xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku di 4’ê Nîsanê de stêrka gelê Kurd geş bû, di vê derê de ku dagirkerî li ser hemû beşên Kurdistanê xwe ferzkiribû, bêdengî û tarîtiyeke mezin li ser gelê Kurd û hemû têkoşerên ji derveyî gelê Kurd jî hatibû sepandin, Rêberê Apo hate dinyayê û ew perdeya tirs û tarî bi temamî ji holê rakir. Ew roj bûye hêviya hemû gelan ya ji bo jiyaneke azad. Îro em dibînin ku di bin fikir û felsefeya Rêber Apo de bi hezaran têkoşer hene ku di oxira vê xetê de bi hêviya jiyana azad û wekhev jiyana xwe feda kirine, bi hezaran fermandeyên efsanewî çêbûn. Di roja me ya îro de ku em dibînin têkoşîna Rêber Apo û ya têkoşerên ku li ser xet, fikir û felsefeya Rêber Apo ne, stûnên cîhana sermayedarî hejandiye ku ber bi helweşandinê ve diçe. Niha têkoşîn gihîştiye astekê ku cîhana sermayedarî bi qeyran û kaosekê kiriye ku nikare xwe jê rizgar bike. Ji ber ku hemû gelan di nava têkoşînekê ya ji bo jiyaneke azad de ne û di sîstema sermayedarî de jiyaneke azad tine ye. Azadiya ferd û civak tine ye. Tenê di fikir û felsefeya Rêber Apo de azadiya ferd, vîna tak û civakê û azadiya civakê pêkhatiye û pêk tê. Ji bo wê jî ev ne tenê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, belku bûye hêviya hemû gelên li ser erd dijîn, bi naskirina vî fikrî ango naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo dikevin ser xeta têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê û jiyaneke azad.

Bê guman 4’ê Nîsanê, roja vejînê li Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî ciheke xwe yê taybet e. Di 4’ê Nîsana 2004’an de PJAK hat damezrandin. Bi damezrandina PJAK’ê re ciwanên Rojhilat ref bi ref berê xwe dan ser çiyayê azad ên Kurdistanê û tevlê refên gerîla bûn. Ji bo wê jî eger em li dirêjahiya têkoşîna tevgera Apoyî bike, mirov dikare girîngiya 4’ê Nîsanê, roja vejîn û jidayikbûnê bibîne. Ne tenê ji bo gelê Kurd, belku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û heta hemû gelên li ser dinyayê dijîn e. Ji ber ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, mirov dikare weke jidayikbûna jiyaneke azad pênase bike, ji ber wê jî 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna jiyaneke azad e. Lewma hemû têkoşerên ku di nav xeta têkoşînê ya tevgera Apoyî de ne û tevlê fikir û felsefeya Rêber Apo bûn û li ser vê bingehê şer û têdikoşin, xwedî wê hêz û îradeyeke polayîn in ku bi ti hêzeke derweyî têk naçe. Îro em dibînin ku gerîla û şervanên azadiyê li qadên şer li hemberî ew hemû êriş û dagirkeran şer dikin û wan hemû êrişan têk dibin, ji fikir û felsefeyekê ve hêz û îradeya xwe digirin. Ev jî ji dibistana Rêber Apo tê. Fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku hêz dide çekê gerîla ku li hemberî dagirkeran wana bihêz dike. Ji bo wê jî 4’ê Nîsanê di dîroka têkoşînê de xwedî wate û girîngiyeke taybet e. Heta ku gerdûn bidome, wê têkoşîna azadî û demokrasî û jiyana azad tim berdewam bike. Heya ku têkoşîna azadî û demokrasî bidome wê 4’ê Nîsanê di dîroka mirovatî û têkoşîna azadî de rojeke taybet e û xwedî cihekî xwe yê taybet e. Lewma pêwîste hemû têkoşeran, kesayetî, gelê Kurd û hemû gelên ku hêviya azadî û jiyana azad û wekhev û bihevre jiyanê ya wan heye, 4’ê Nîsanê weke roja jidayikbûna jiyaneke azad pîroz rabigirin.

Banga min ji bo hemû ciwanên welatparêzê me heye, ji bo hemû ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Lor û hemû pêkhateyên li Îranê dijîn banga min eve ku ji bo gihîştina bi jiyana azad, ji bo gihîştina hemû hêviyên xwe, pêwîste tevlê fikir û felsefeya Rêber Apo bibin, tevlê têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin. Ji ber ku li erdnîgariya Îranê pir gel dijîn ku her yek ji wan xwedî bawerî, kevneşopî û çandeke jiyanî ya taybet bi xwe heye û pergala dewlet-netewe nikare nirx û girîngî û rengê wan hemû pir rengiyên ku di nava gelên Îranê de heye biparêze yan jî bedewtir û arastetir bike. Di dewlet-netewe de tenê neteweyek tê esas girtin ku ew jî naveroka xwe dibe qurbanî li ser gelên din ên ku li dora wan dijîn. Ji bo wê jî yekane fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku dikare ji jiyaneke azad, bihevre jiyana gelan re bibe bersiv. Hem li navxweya Îranê, hem li navçeyê û hem jî li gerdûnê. Ji ber ku tenê li ser cîhanê çend neteweyên ku weke dewlet-neteweyên avabûne najîn. Bi hezaran netewe li cîhanê dijîn û roja îro tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare bihevre jiyana gelan misoger bike. Her gelek bi ziman û çanda xwe ligel gelek ku li rex wê ye jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Ji bo wê jî her kesê ku jiyaneke azad, demokratîk û wekhev dixwaze, pêwîste li ser xeta fikir û felsefeya Rêber Apo di nava têkoşînê de be. 

Di dawiyê de careke din cejna vejînê, roja jidayikbûna jiyaneke azad li Rêber Apo, hemû têkoşerê azadiyê, hemû hevalên me, hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin û dibêjin, bijî têkoşîna demokrasî û azadiyê, bijî Rêber Apo."