Gerîla Çekdar: Bi pêşengiya hevrê Egîd berxwedan geş dibe

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar ya ku di nav Cenga Heftanînê de ye têkilî 15'ê Tebaxê got ,''Li Cenga Heftanînê gerîla bi pêşengiya hevrê Egîd berxwedanê geş dikin.''

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk di nav Cenga Heftanînê de ye got ew ê têkoşînê geş bikin.

''15'ê Tebaxê Cejna Vejînê di serî de li Rêbertiya me, gelê me û hemû hevalan ku di nav Cenga Heftanînê de pîroz be. Hevrêyên ku berxwedana Cenga Heftanînê geş dikin, dîroka 15'ê Tebaxê dîsa diafirînin. Bi giyanê 15'ê Tebaxê bi pêşengiya hevrê Egîd berxwedanê geş dikin. Êrîşên faşîst li dijî hemû gelê Kurd têne kirin. Belkî îro faşîzm li Heftanînê be lê sibe dibe ku hemû xaka Başûrê Kurdistanê vehewîne. Dijmin hewl dide ku gav bi gav vê dagirkeriyê pêk bîne. Gelê Kurd, ciwanên Kurd li dijî vê faşîzmê divê bêdeng nemînin. Divê serhildan û çalakî werin geşkirin. Berxwedaniya Heftanînê bi moral û coşiyeke mezin geş dibe. Gelê me bi moral, kelecanî û baweriyê divê rabe serhildanan.'' Çekdar her wiha got di dîrokê de gelek caran êrîş anîne ser xaka Kurdistanê û gelê Kurdistanê.

Çekdar got lê dewleta Tirk vê êrîşê bi teknîkeke cihê rê ve dibe, kontrayan bi kar tîne û domand, ''Ev kontra Kurd in. Gelê me li dijî van êrîşan divê bêdeng nemîne. Dijmin li gel ew qas êrîşa teknîkê jî ji gerîlayên profesyonel ê serdemê derbên giran xwar. Bi sedan leşkerên Tirk li dijî çar gerîlayan şer kirin. Bi berxwedanî û têkoşîneke mezin tevahiya dîroka xwe dijmin tim bi teknîkê şer dike û hevl bi şêwaz û taktîka nû derbên giran li dijmin didin û berxwedanê geş dikin. Dijmin li gel ku gelek kuştiyên wan hene jî vedişêrin. Raz û kana serkeftina gerîla vejîn e.

 Heftanînê belkî jî bi roleke   ku qedera Kurdan were diyarkirin radibe. Lê gelek kes hay ji vê nînin an jî jinedîtî ve tên. Ev şerê du xetan e. Şerê ku du xet hatine pêşberî hev. Ev şer ne tenê yê Kurd û Tirkan e, li dijî faşîzmê şerê mirovahiyê ye. Divê her kes li cem gelê Kurd be. Divê li cem giyanê fermandar Egîd be ku bayê fermandarê Egîd niha li Heftanînê ye. Lehengî wiha çêbûn, dastan wiha têne nivîsîn.''

Çekdar got dewleta Tirk mirina leşker û kontrayan di çapmeniyê de nade û di serî de ciwan, bang li gelê Kurd kir ku divê bêdeng nemînin.

Çekdar got, ''divê mirov ji faşîzmê re bibêje raweste'' û destûr neyê dayin ku dijmin bikeve nav xaka Kurdistanê û ciwan bi giyanê azadiyê xwe bidin çiyayan. Divê tola Sûrê, Cizîrê were standin.'' Çekdar wiha domand: ''Ciwanên Kurdistanê divê werin û di nav Cenga Heftanînê de bin. Em hemû zarên vê xakê ne û ji bo van xakên pîroz heta bi dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Em giyanê Esmer, Nûcan, Rûsten û Zelalan bidin jiyîn. Bi giyanê Fermandarê Mezin Egîd vê berxwedanê geştir bikin.''