Gelo Girtîgeha Tîpa T a Wanê weke îşkencexaneyê hatiye avakirin?

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ku par hate vekirin, îşkence û kiryarên xerab dewam dikin.

Parêzer Bariş Oflas diyar kir, li şûna îşkencekaran, girtiyên îşkence li wan tê kirin weke gumanbar li dozgeriyê îfadeya wan tê girtin û xwest, heyeteke tavilê biçe girtîgehê û lêkolînan bike.

Girtîgeha Tîpa T a Wanê, tevî ku hê saleke vebûye, li gorî girtîgehên din gelekî zû dest bi kar kir! Girtîgeha Tîpa T bi îdîayên li ser îşkence û binpêkirina mafên mirovan her di rojevê de ye. Midûrê duyemîn ê girtîgehê ji parêzer Bariş Oflas re got, 'Ez ê bibim Esat Oktayê we' û herî dawî îşkence li girtiyên jin hate kirin. Tevî vê yekê jî hê lêkolînek nehatiye destpêkirin. Midûrê duyemîn ê girtîgehê her wiha giliyê parêzer Oflas kir.

'LI ŞÛNA ÎŞKENCEKARAN, GIRTIYÊN ÎŞKENCE LI WAN TÊ KIRIN DIKEVIN BER LÊPIRSÎNÊ'

Tevî ku Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser îşkenceya li girtîgehê gelek rapor amade kir û tevî ku girtî û hikumxwarên îşkence li wan tê kirin serlêdan kirine jî, Wezaretê hê lêkolînek nedaye destpêkirin. Li şûna îfadeya îşkencekaran bê girtin, girtî û hikumxwarên îşkence li wan tê kirin, bi hinceta 'şîdet li midûr kiriye' li dozgeriyê îfadeya wan tê girtin.

HEMÛ RÊBAZÊN ÎŞKENCEYÊ TÊN BIKARANÎN

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, di dema sewq û sirgûnê de destwerdana fîzîkî ya di bin navê lêgerîna li ber derê tê kirin, gihîştiye asteke tirsnak. Dest û lingên girtiyan ji pişt ve tê girêdan û bi rengekî tazî lêgerîn li wan tê kirin. Personelên wezîfedar hê jî bi îşkence û kiryarên xerab gefê li girtiyan dixwin. Tevî ku hincetek nîne jî, rojname, kovar û pirtûk ji girtiyên siyasî re nayên dayîn. Mafê agahîgirtinê tê astengkirin.

PARÊZER OFLAS: DIVÊ HEYETEK LÊKOLÎNÊ BIKE

Parêzer Bariş Oflas li ser mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman, li girtîgehê lêgerîna tazî, birin û anîna bi rengekî leşkerî, şopandina bi kamera, destdirêjî, îşkenceya fîzîkî ya jî psîkolojîk, serdegirtina li qewîşan û kiryarên xerab, dewam dikin. Parêzer Oflas destnîşan kir, ku Girtîgeha Tîpa T a Wanê weke îşkencexaneyekê hatiye amadekirin û got, "Îşkence her tim hebû û mixabin dewam dike. Pêwîste heyetek ji parêzeran li vê derê lêkolînê bike. Ez bi midûrê duyemîn ê girtîgehê re axivîm. Got ku wê giliyê min bike. Wezareta Edaletê der barê mijarê de lêkolînek jî nedaye destpêkirin. Li şûna ku îfadeya îşkencekaran bê girtin, girtî û hikumxwarên îşkence li wan tê kirin, bi hinceta 'şîdet li midûr kiriye' li dozgeriyê îfadeya wan tê girtin."