Gelo cenazeyên çend penaberan hîn di binê berfê de ne?

Li navçeya Ebex a Wanê hîn jî cenazeyên 13 penaberên qerisîn nehatine dîtin. Li gorî îdîayan, bi sedan cenaze di binê berfê de ne. Bazirganên mirovan jî bêceza tên hiştin.

Li Wanê ku sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye salên dawî trajediyên penaberan zêde bûn. Sala dawî 50 penaber qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Koçber û penaberên ku ji Rojhilata Navîn û Asyayê ji ber krîzan bi hêviya jiyaneke baştir bi rê ketin, felaket tên serê wan. Bi sedan ji van penaberan dema hewl didin sînorê Wanê derbas bikin jiyana xwe ji dest didin.

Zivistanê ku li herêmê pileya germahiyê dadikeve binê sifirê, penaber hewl didin ji çiyê derbas bibin, lê dibin qurbanê polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê.

Navçeya Ebexê ya Wanê ku pileya germahiyê dadikeve binê sifirê bi 40 pileyî, weke qadeke derbasbûnê ya penaberan tê naskirin. Li navçeya Ebexê ku li ser sînorê Îranê ye, li serê her sed metreyî qereqolek, kalekol û kûleyên çavdêriyê hene. Tevî "tedbîrên ewlekariyê" yên berfireh, rayedarên dewletê ji ber bertîla ku ji bazirganên mirovan digirin, hem derbasbûna penaberan hem jî trajediyên rû didin ji nedîtî ve tên.

Piraniya penaberên ku bazirganên mirovan wan tînin navçeya Ebexê, bi zanebûn di nava lepên mirinê de tên hiştin. Sala dawî bi dehan penaber bi vî rengî qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

PENABERÊN LI SER SÎNOR QERISÎN HÎN NEHATINE DÎTIN

Herî dawî 9'ê Sibata 2020'an li gundê Sariçîmen ê navçeya Ebexê, 10 Efgan û 3 Kurdên ji Kobanê yên hewl dan sînor derbas bikin qerisîn. Tevî ku mehek di ser bûyerê re derbas bûye hîn jî cenazeyên penaberan nehatine dîtin. Rayedarên dewletê jî ji bo dîtina penaberan heta niha karek nekirine. Penaberên ku zivistanê xwe digihînin Wanê piraniya wan li derve, li parkan dimînin. Yên mayî jî li Otogara navbera bajaran a Wanê hewl didin bijîn.

'LI PÊŞ ÇAVÊN DEWLETÊ JIYANA XWE JI DEST DIDIN'

Welatiyekî ji Ebexê diyar kir ku bazirganên mirovan ên ji bajarên cuda tên, di navbera Ebex û Îranê de bêyî tirs û fikaran vî karî dikin. Kesê ku ji ber hinceta ewlekariyê nexweş navê xwe eşkere bike, diyar kir ku bazirganekî mirovan jê re gotiye ku li ser sînor li binê berfê cenazeyên bi sedan penaberî hene. Ev agahî nehatibe piştrastkirin jî mezinahiya trajediyê radixe pêş çavan.

Kesê navborî wiha dewam kir: "Kesên li ser sînor jiyana xwe ji dest didin, li pêş çavên dewletê jiyana xwe ji dest didin. Bazirganiya mirovan êdî veguheriye sektorekê. Yên ku bazirganiya mirovan dikin li vir ji aliyê her kesî ve tên zanîn, dewlet jî bi wan zane. Tevî vê yekê jî ew mirov bi hêsanî vî karî dikin. Li ser sînor li gel ewqas tedbîrên ewlekariyê ev mirov çawa ji sînor derbas dibin? Dewlet vê yekê ji nedîtî ve tê. Bazirganên mirovan jî ji ber ku pere destpêkê ji penaberan distînin wan di nava lepên mirinê de dihêlin. Penaberên ku li ser sînor hatine terikandin ji ber ku bi rê nizanin diqerisin û jiyana xwe ji dest didin. Mirovekî ku herêmê nas neke nikare zivistanê ji sînor derbas bibe û xwe bigihîne Ebexê. Bazirganên mirovan jî piştî ku pereyê xwe distînin mirovan di nava lepê mirinê de dihêlin."

SALA 2019'AN HERÎ KÊM 37 PENABER QERISÎN

Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Wanê di sala 2019'an de herî kêm 37 penaber qerisîn. Drama penaberan ne tenê ev e. Tîrmeha 2019'an ji ber ku wesayita bazirganên mirovan qelibî ku penaber tê de bûn, 17 kesî jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn. Herî dawî 9'ê Sibatê li qiraxa gola Wanê zêdeyî 30 penaber hatibûn dîtin ku kêm mabû biqefilin.