Gelê Wanê dagirkerî şermezar kir

Gelê Wanê nerazîbûnê nîşanî hewldanên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dide.

Şêniyên Wanê ku ev demeke li qadan e û êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin, destnîşan dikin ku mîna pêvajoya Kobanê wê bêdeng nemînin. Meryem Tûncer nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da û diyar kir ku divê dayikên leşkerên Tirk jî bêjin 'Na ji şer re'. Tûncer anî ziman, ew vê êrîşa li dijî gelê Kurd qebûl nakin û vê dijminatiya li Kurdan şermezar dikin.

Haci Alaca jî nerazîbûn nîşanî helwesta Rûsyayê da û ji Tirkiyeyê xwest dest ji dijminatiya xwe ya li gelê Kurd berde. Haci Alaca got, "Gelê Kurd berdêlên giran da û dide. Ev 80 sal in ji bo azadiya xwe li ber xwe dide. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke mafdar e. Tevî ku gelê Kurd mirovahî ji belayê DAÎŞ'ê rizgar kir jî, Rûsya helwesteke bi vî rengî nîşan da. Helwesta Rûsyayê şermezar dikim. Em li bendê ne ku DYA helwesta xwe zelal bike. Gelê Kurd neşikê, têk naçe."

Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Sevîl Çetîn jî ku AKP'ê qeyûm danî şûna wê, da xuyakirin ku li Efrînê sivîl û zarok tên kuştin û got, "Me li Kobanê ev dîtibû. Lê belê berxwedana gelê Kurd a li dijî van di hiş û mejiyê mirovan de ye. Gelê Kurd dixwaze bi rengekî azad bijî. Em ê dengê xwe li dijî van êrîşan timî bilind bikin."

Feyyaz Başak jî diyar kir ku sivîl tên kuştin û ji her kesên xwedî wijdan xwest ku li ber şer rabin. Başak got, tevî gefên Erdogan jî wê nerazîbûna xwe nîşan bidin.