Gelê Sûrê li ber xwe dide, dewlet gefê dixwe

Gelê navçeyê, li dijî biryara hilweşandina navçeyê li ber xwe dide. Polîsên Tirk gefê li gel dixwin û dibêjin, "Em ê cenazeyên we bavêjin ser xirbe."

Şêniyên taxê Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê, ji bo pêşî li hilweşandina xaniyên xwe bigirin, xwestin îro ber bi Walîtiyê ve bimeşin. Gelek kes danê sibehê li meydana Dêrê li hev civiyan û dirûşma "Em ê mala xwe nedin" qîriyan. Bi kombûna gel re, tax û derdora Deriyê Rihayê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Walîtiya Tirk a li Amedê, der barê rewşa Sûrê hê ti daxuyanî nedaye. Hat hînbûn, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî wê sibe dest bi hilweşandinê bike.

HER KU GEL LI BER XWE DIDE, GAVÊ PAŞ DE DAVÊJIN

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê biryara hilweşandinê hatibû girtin û teblîgata 'malên xwe vala bikin' ji şêniyên taxan re hatibû şandin. Piştî vê biryarê, av li ser taxan hate birîn û kepçeyan hewl dan bikevin nava taxê. Gelê Sûrê li ber xwe da û li ser vê yekê kepçe neçar ma ji taxê derkeve. Li ser vê bûyerê, gel xwest îro ber bi Walîtiyê ve bimeşe, lê polîs li pêşiya gel bûn asteng. Tevî astengî û dorpêçiyê jî berxwedana gel dewam dike.

GEFA 'KOMKUJIYÊ' HATE XWARIN

Polîsên Tirk ên duh ketin nava taxan, gef li gel xwarin. Polîsan ji şêniyên taxan re gotin, "Eger hûn dernekevin, em ê we jî bi kepçeyê derxînin. Mîna li Sûrê em ê hilweşînin û cenazeyên we jî bavêjin ser xirbeyan."

'EM HETA DAWIYÊ LI VIR IN'

Kafiye Sûn destnîşan kir, ku tevî hemû gef û astengiyan jî ew ê dest ji malên xwe bernedin û got, "Em ê bi ku ve biçin? Ev bû cara duyemîn li pêşiya me dibin asteng. Em ê dest ji vir bernedin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Em pereyê wan naxwazin. Heta dawiyê em li vir in û dest ji malên xwe bernadin. Bila werin, weke ku dibêjin bila bên min û zarokên min li nava malê bikujin."