Gelê Silopiyê xwedî li HDP’ê derket

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Silopiyê ji aliyê bi sedan kesî hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û heyeta li gel wê, îro xebatên xwe yên hilbijartinê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê domandin.  
 
Bûldan û heyeta gel wê, yên ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya ji bo Namzetên Hevşaredariyê yên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk hatin bajêr, ji aliyê bi sedan kes ve bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” hatin pêşwazîkirin. Bûldan, heya demê di ketina navçeyê de bi gel re govend gerand. Bûldan a jinan hembêz kir, dîsan li otobusê siwar bû û beşdarî konvoya hilbijartinê bû. Silopiyan, dema konvoy didîtin, bi berzkirina fitîk, lêxistina çepik û nîşaneyên serketinê, hezkirina xwe ji HDP’ê re nîşan dan. 
 
Jinên beşdarî konvoyê bûn, bi berzkirina tilîliyan coşa di konvoyê de mezintir kirin. Jinên dengên stranên konvoyê dibîhistin, daketin ser kolanan û dihat ser cadeyan. Dikandar û karkerên înşaetê li cihên xwe yên kar Bûldan û şandeya wê silav kirin. Welatiyên konvoy didin, bi konvoyê re meşiyan heya cihê vekirina buroyê. 
  
Bi sedan welatiyên flamayên HDP’ê kiribûn destên xwe, berî vekirina buroyê berê xwe dabûn Taxa Dîcleyê. Jinên ku kincên neteweyî li xwe kiribûn, bi rengên xwe qada xemilandin, zarok û ciwanan jî bi coşek mezin bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.