Gelê Şerfedînê şehîdê xwe spart axê
Cenazeyê Endamê Asayîşa Êzdîxanê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî) ku li Xanesorê di êrîşa komên çete şehîd bû, li Şerfedînê ji aliyê sedan kesî ve hat veşartin.

Cenazeyê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî) piştî ku duh li gel cenazeyên 5 şehîdên YBŞ/YJŞ û HPG’ê ji gundê Xelef hat wergirtin, ji bo muameleyên olî birin cem malbata wî ya li gundê Dugurê. Piştre li ber malê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de ku bi sedan kes amade bûn, dirûşmeyên "şehîd namirin" hatin qîrîn û alên YBŞ/YJŞ hatin vekirin.
Di merasîmê de Mucewirê (xizmetkar) Şerfedînê Şêx Xelef, Endama Meclîsa Jinên Borik Dayê Meyan û Mamê Şehîd Kirêt Mixebir axivîn. Di axaftinan de êrîşên li ser herêmê bi awayekî tund hatin şermezarkirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
Piştî axaftinan cenazeye Şehîd Amed Şengalî bi awayekî girseyî birin Şerfedîn û spartin axê.
Ji bo Şehîd Amed li ber malbata wî ya li Dugurê konê sersaxiyê hat vegirtin.
Cenazeyên 5 şehîdên YBŞ/YJŞ û HPG’ê jî duh li Goristana Pakrewanan a Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Çiyayê Şengalê spartibûn axê.