Gelê Şengalê: Bila pêşmergeyên Êzidî ji nava PDK'ê derkevin

Şêniyên Şengalê dan xuyakirin, ku çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ'ê di bin ala Kurdistanê de êrîşî civaka Êzidî kirine û bang li pêşmergeyên Êzidî kirin, ku destê xwe ji nava karên nebaş bikişînin.

Nerazîbûnên şêniyên Şengalê li hemberî dagirkeriya xaka Êzîdxanê zêde dibe. 

Dayikê bi navê Neam Babîr dibêje, ew naxwazin fermaneke din li wan rabe û destnîşan dike, ku birîna wan hê germ e. Dayika Neam wiha dewam dike: "Dayik, xw,şk, zarokên me di destê DAIŞ'ê de ne û fermaneke din dîsa hat serê me. Berf, baran tê, em hê di binê van konan de ne. Carna av nebû, me berf berf diheland û dida zarokên xwe. Mesût Barzanî û Erdogan ji me çi dixwazin? Herduyan xwe kirine yek û bi ser me Êzidiyan ve tên . Ev ne erîşa li ser PKK'ê ye. Ev êrîşa li ser civaka Êzidî ye. PKK  li her derê ye. Çima tên ser Êzidiya. Em vî tiştî qebûl nakin. Êzidî naçin ti deverê, çiyayê me yê Şengalê heye. Em ê xwe bispêrin çiyayê xwe. Em ê şerê xwe bikin, lê em naçin. Her maleke yek çû bila biçe lê  Ezîdî xilas nabin. Rêya şeref û namûsê ye. Em şehîdê xwe ji bîr nakin. Eger dixwazin alîkariya me bikin bila biçin êrîşî DAIŞ'ê bikin û keç û jinên me xilas bikin. Hemû YBŞ zarokên me ne. Em li pişt zarokên xwe ne."

Ji şêniyên Şengalê Hecî Mîrza jî dibêje, divê civaka Êzîdî rabe ser piya û careke din dîrok dubare nebe. Hecî Mîrza got: "Ev êrîşa li ser Xanesorê bi destê Tirkan bi ala Kurdistanê çêbûye. Ev êrîş bi destê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Em dixwazin gel û dewletên din çekan nedin van çeteyên hovane. Bila civaka Êzîdî bibe yek. Em bang peşmergeyên Êzîdî dikin ku bila destê xwe ji karên ne baş bikîşînin."

'PKK'Ê XWE AVÊT PÊŞIYA TANK Û TOPÊN DIJMIN Û NEHHIŞT AXA XANESORÊ DAGIR BIKIN'

Îlyas Qasim diyar dike, ku ev êrîşa li Şengalê bi destê MÎT û DAIŞ’ê pêk hatiye û wiha dewam kir: "Yên hatin Xanesorê bi dest ê MÎT ê Tirkan DAIŞ’ê hatine perwerdekirin. Mixabin bi ala Kurdî hatin. Em banga hemû hêz û partiyên Kurd dikin, bila nehêlin fermaneke din rabe. DAIŞ 5 kilometre ne dûrî me ye. Bila biçin wan ji Şengalê derbixin. Em van tişta qebûl nakin û heya yek Êzîdî li çiyayê Şengalê bimîne wê li ber xwe bide. Banga min ji bona peşmergeyên Êzîdî heye ku bila tiştê eyip nekin. DAIŞ tê êrîşê me dikin û ew bin ala Kurdistanê de pal didin. Ev roj roja xîretê ye. PKK li Xanesorê nebû. Çawa van êrîş kirin PKK hat xwe avêt ber tankan û ne hişt dijmin bikeve Xanesorê. Lê ew hatin xortên me şehîd kirin. Armanca wan Êzîdî ya tine bikin. Em nahêlin û em ê li ber xwe bidin."

'ME DOST Û DIJMINÊN XWE DÎT KU KÎ NE'

Dayika Şîrîn jî wiha dibêje: "Mesut Barzanî û Erdogan 3 Tebaxê 2014 li me nû kir. Fermanek din ser Êzidiyan ve anîn. Mesut Barzanî çi ji me Êzidiyan dixwazî, eger dixwazî berxwedanê bike bila biçe gundên me rizgar bike. Çima tên Sinûnû Xanesorê. Ji xwe ev der rizgarkirîne. Îro hêza me YBŞ-YJŞ heye, em ne xema ti partiyê  de ne. Em dikarin parastina xwe bikin. Çi hemberî DAIŞ’ê bi çi hemberî  Barzanî û Erdogan be, em jin, em ê zarokên xwe malê bihilên û çekê xwe bigirin û biçin şer bikin. Ne jin ne zilan ne yên beriya 3 Tebaxê ne. Em êdî xwe naspêrin dijminê xwe. Me bi çavên xwe dît bê kî dost e kî dijmin e. Bila Mesut Barzanî baş zanibe heya yek jînek Êzîdi jî hebe em fermanê ji bîr nakin. Em wan 7 şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê tola wan rakin. Em dizanin çawa çû gel Erdogan ev ferman ser me de anî. Ev roj ferman e. Ev ne peşmerge ne, ev DAIŞ e hatiye êrîşî me dike. Ger destûra min daban min ê xwe nav van peşmerga de biteqanda. Em vana qet ji bîr nakin. Em zarokên xwe ji bo berxwedanê  mezin dikin. Heya dawî em ê pey şopa şehîdan de bin."