Gelê Rojhilat li dijî darvekirinan di çalakiyê de ne

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, darvekirina çalakgerên Kurd hate protestokirin.

Rejîma Îranê Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî dar ve kiribû û li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê êrîşî rayedarên PDK-Î û HDK’ê kiribû. Ev êrîşên rejîma Îranê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê tên protestokirin.

Gel piştgirî da bangewaziyên protestokirinê û li gelek bajarên Kurdan esnafan derabeyên xwe girtin.

 

 

 

Boykota ku li Sinê dest pê kiribû li bajarên Merîwan, Kamîran, Bane, Mahabad, Pîranşar, Serdeşt û Şînoyê belav bû.

Di vî dîmenî de ya ku li Kirmaşanê hatiye girtin tê dîtin ku jiyan sekiniye.

 

 

Hêzên rejîma Îranê li Bane kilîtên dikanên girtî şikand lê gel biryara xwe ya boykotê domand. Li Mehabadê hêzên rejîma Îranê dikanên girtî nîşan kir.