Gelê Qersê namzetên HDP'ê bi kêf û xweşî pêşwazî kir

Li Qersê, namzetên HDP'ê yên hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca duyemîn buroya xwe ya hilbijartinê vekirin.

Namzetên HDP'ê yên ji bo Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, karê xwe yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê zêde kirin. Namzetan buroya xwe ya duyemîn a hilbijartinê vekirin.

Merasîma vekirinê bi beşdariya gelek kesî pêk hat. Buroya hilbijartinê û kolana wê beriya vekirinê bi alên HDP'ê hatin xemilandin. Girseya gel bi kêf û xweşî namzetên hevserokên şaredariyê pêşwazî kirin.

Alaca diyar kir ku heta niha xizmeteke cidî ji Qersê re nehatiye kirin û got, wê 31'ê Adarê xwedî li Qersê derkevin û gel wê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Alaca anî ziman, jin wê li her qadê xwedî gotin û biryar bin û got, "Bang li jinên li bajêr hemûyan dikim ku li dora partiya me li hev bicivin. Werim em li dijî tundiya li jinê bi hev re tevbigerin û bi hev re azad bibin."

Bîlgen jî diyar kir, Qers ê yên hêjayî xwe dibîne hilbijêre û got, wê Şaredariya Qersê ne tenê ji destê MHP'ê derxînin, di heman demê de wê ji xemsarî û bêxwedîtiyê jî rizgar bikin.