Gelê Qendîlê: Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr nayê qebûlkirin

Şêniyên Binarê Qendîlê hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr ne ya qebûlkirinê ye.

Gelê Binarê Qendîl’ê dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bi taybet li Başurê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxandin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha nerazîbûn nîşanî êrîşên li herêma Bradost, Sîdeka û Efrîn dan.

WÊ DAWIYA ERDOĞAN JÎ MÎNA YA SADDAM BE

Endamê Meclîsa Gel a Binarê Qendîl Mihemed Mistefa derbarê mijarê nêrînên xwe ji ANF'ê re anî ziman; "Di destpêkê ez cejna Newrozê li hemû gelên azadixwaz û gelê Kurdistanê pîroz dikim. Em hêvîdarin bi hatina cejna Newrozê wê yekîtiya gelê Kurd pêk were ji bo ku li hember êrîşên dijmanan bi hêz û bi hev re bin. Heya ku em nebin yek, yekitiya xwe ava nekin wê dijmin ne ji me bitirse, ne jî dev ji êrîşên xwe berde. Em kengî bibin xwişk û birayên hev, kengî gelê Kurd bûn bira ji bo yek deng û yek reng wê hemû dijminên me ji me bitirsin. Em Kurd bi xwe ne, derd û kulê me yê me ne, gelê Kurd êrîşên ti kesî nekiriye, neheqiyê li hember ti kesî jî qebûl nake. Niha hemû dijminên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê yek in, li hember Kurdan yek in, lê mixabin niha gelê Kurd di nav xwe de hezar parçe ye. Ji ber vê yekê êrîşên wisa hovane pêk tînin. Em bi ti şêweyî êrîşên dewleta Tirk  li hember Kurdistanê qebûl nakin. Erdoğan ji bo gel dibêje 'terorîst'in, lê belê Erdoğan bi xwe terorîst e. Eger ne terorîstbûya wê ev komkujiyan pêk neaniya. Dawiya Erdoğan wê were, wê ev êrîşên wî pûç bibin. Wê dawiya wî wekî ya Saddam be. Wê ev jî bi destê Kurdan pêk were."

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GERÎLA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GELÊ KURD E

Welatiya bi navê Emîne Mihemed jî li hember dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdistanê nerazîbûnê xwe wiha nişan da; "Niha dewleta Tirk êrîşî herêma Bradost, Sîdeka dike û dagirkeriya xwe li ser herêma Kurdistanê didomîne. Divê gelê Kurd li hember vê dagirkeriyê bêdeng nemîne, bi taybet divê hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê destûr nede vê dagirkeriyê. Êrîşên li ser gerîla jî êrîşên li dijî gelê Kurd e, ji ber ku gerîla jî Kurd in, zarokên vî gelî ne. Ev dagirkerî li ser gelê Kurd û bi taybetî gelê herêma Başûrê Kurdistanê xeteriyek mezin e. Divê kes vê êrîşê qebûl neke û nerazîbûn nîşanî van êrîşan bide."

DIVÊ DEWLETA TIRK JI BÎR NEKE KU GELÊ KURD TI CARÎ TÊK NAÇE

Herî dawî jî welatiyê bi navê Rênas Zagros bi van gotinan nerazîbûna xwe nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da; "Em niha şahidin û dibînin ku ev êrîşên dewleta Tirk li dijî gel li her alî, li Rojavayê Kurdistan, Başurê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê tê kirin. Em dikarin bibêjin dewama destpêkirina komploya navdewletî ya sala 1998'an e ku li dijî Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû. Dijmin her tim vê dibêje, 'eger Kurd li Afrîka jî hebe em ê lêdin'. Dewleta Tirk ku xwedî dîrokek 100 salî ye di dijî Kurdên xwedî dîrokek 1000 salî ti carî nikare bi ser bikeve. Di destpêka tekoşînê ya sala 1978'an de ku Rêber Apo dest pê kir dîsa generalên Tirk digotin 'em ê heya 72 saetan wana biqedînin, wê tiştekî bi navê Kurd nemîne'. Di bin peykerê Ataturk de digotin 'me Kurd qedand û betonê li ser wan rijand'. Divê dewleta Tirk bizanibe gelê Kurd ti carî têk naçe, ti hêz û çek nikare Kurdan biqedîne. Wê Erdoğan bi xwe biqede."