Gelê Minbicê êdî bêparastin nîne

Minbic, tevî ku azad bûye, her tim di hedefa gef û êrîşên dewleta Tirk û çeteyan de ye. Lê belê li dijî van êrîşan bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê re sîstema xwe ya parastinê ava kiriye.

Minbic, di nava bajarên Sûriyeyê yên dagirkirî de yekemîn bajar bû ku meclîsên xwe yên sivîl û leşkerî ragihand û dest bi têkoşîna rizgarkirinê kir. Ji roja avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û vir ve bi hezaran ciwanên Minbicê tevlî bûn û piştî rizgarkirina bajêr, bi hêzên ewlekariya navxweyî ya Minbicê re ev rêxistinbûn gihîşt asteke girîng.

DI DEMEKE KURT DE SOZA XWE BI CIH ANÎ Û MINBIC RIZGAR KIR

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji aliyê Tabûra Şems El Şemal, Siwar El Minbic, Tifaqa Tûgayên Firatê, Tûgayên Cind El Heramên, Yekîneya Tabûrên Şehîdên Firatê, Tabûra El Qewsî û Tirkman El Minbic, pêk hat.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi meclîsa leşkerî ya ji 13 kesan re ev hêz di nava koordîneyekê de li hev civand û dest bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir. Di 2'ê Nîsana 2016'an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê meclîsa hat ragihandin û doza rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hat dayîn.

Meclîsê di 1'ê Hezîrana 2016'an de dest bi bicihanîna vê soza xwe kir û piştî pêngava 73 rojan, bajar di 15'ê Tebaxê de hat rizgarkirin. Hêzên koalîsyona navneteweyî jî ji hewayê piştgirî dan pêngavê û hêzên QSD'ê jî ji bo destekkirinê tevlî bûn.

Piştî ku fermandarê koordînekirina pêngavê Ebû Leyla jiyana xwe ji dest da, navê wî li pêngavê hat kirin.

Ebû Leyla bû ruhê fedayî yê operasyona rizgarkirina Minbicê. Bajar û derdora wê di 15'ê Tebaxa 2016'an de bi temamî hatin rizgarkirin.

Di pêngavê de bi qasî 300 şervanên ji Minbicê, ku li refên herî pêş ên pêngavê têkoşiyan, jiyana xwe ji dest dan.

DI NAVA 7 MEHAN DE 4 HEZAR ŞERVAN TEVLÎ NAVA REFÊN MECLÎSÊ BÛN

Piştî ku pêngav hat ragihandin, bi sedan ciwanên Minbicê yên ji zilma DAIŞ'ê reviyan, cihê xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de girtin.

Minbicî êdî roj bi roj hê bêhtir xwedî li vê hêza xwe ya parastinê derdiketin, ku li cîhanê deng veda. Berdevkê Meclîsê Şervan Derwêş di dema serdanê de ji me re axivî û anî ziman, ku ji destpêka pêngavê û vir ve 4 hezar şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

Bi tevlîbûnên piştî rizgarkirina Minbicê re hêzên Lîwa Tahrîr Firat, Lîwa Siqur Minbic, Lîwa Siqur Şîmal hatine avakirin.

Di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ji bo perwerdekirina şervanên nû, 2 akademî bi navê Feysel Ebû Leyla, ji bo perwerdeya fermandariyê Akademiya Şehîd Koçerîn û ji bo perwerdekirina şervanên jin jî Akademiya Şehîd Roksana hatine avakirin. Li van akademiyan li gorî pîvanên peymanên navneteweyî perwerdeya leşkerî û ramanî tê dayîn.

BI SEDAN JIN LI NAVA REFÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ NE

Jinên ji Minbicê, di dîroka xwe de cara yekê ye ji bo xwe şer dikin. Bi destpêkirina Pêngava Ebû Leyla re jinan berê xwe dan nava meclîsa leşkerî. Li Minbicê, em gelek jinên di nava meclîsa leşkerî de dibînin. 

Yek ji van jî Zinarîn Enes e. Enes dibêje, bi sedan jin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûne û destnîşan dike, ku bi taybetî jinên Ereb tevlî dibin.

Di dema DAIŞ'ê de jinan li vê derê gelekî êş kişandine. Lê belê rola YPJ'ê di rizgarkirina Minbicê de bandor li ser hemûyan kiriye, lewma ji xwe bawer kirine, ku ew jî dikarin şer bikin.

'DAYIKÊ DERKEVE DERVE, EV ME NAKUJIN'

Gelek mirovên ji Minbicê ji me re qala dîtina destpêkê ya şervanên meclîsa leşkerî dikin. Dayikek ku di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de şervanên QSD'ê cara ewilî dît, wiha qala wan kir: "Dema ku şervan hatin gundê me, kurê min got, 'dayê tu li vir bisekine, xwe veşêre. Ez ê bidim pêş û biçim li wan binêrim'. Min xwe li paş derî veşartibû û li wan dinêrî. Kurê min çû, şervanekî ew hembêz kir. Dûre kurê min bi bezê hat cem min û got, 'dayê derkeve derve. Ev ne mîna DAIŞ'ê ne, ev me nakujin. Ez hembêz kirin û maçî kirin. Ev ji me ne'. Ew roj bû cejn ji bo me."

'BEREVAJÎ GOTINÊN ERDOGAN...'

Di nivîsandina vê çavdêriya xwe de dixwazim balê bikişînim ser îdîayên Erdogan ên li ser Minbic û YPG'ê. Ku Serokkomarê Tirk Erdogan gotibû 'Li Minbicê YPG hene. Divê li Minbicê gelê Minbicê rûnê'. Her kesên li Minbicê dimînin û bi gel re daxive, bi hêsanî dibîne ku ev gotinên Erdogan ji bo dagirkirina Minbicê hatine gotin.

Gelê Minbicê berevajî îdîayên Erdogan, ji vekişîna hêzên YPG û YPJ'ê ne razî ye. Jin bi coş û kelecaneke mezin qalê dikin ku dema keziyên şervanên YPJ'ê dîtine çawa kêfxweş bûne. Xwedî li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derdikevin, lê belê tevî vê yekê jî hesreta xwe ya ji bo şervanên YPG û YPJ'ê jî tînin ziman. Li gundê Dadatê dayikek ji me re dibêje, "Xwedê ji şervanên me razî be. Lê belê YPG'yî cuda bûn, nêzîkatiyên wan, axaftina wan gelekî cuda bû."

HÊZÊN EWLEKARIYA NAVXWEYÎ YA MINBICÊ

Erka parastina Minbicê tevî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di destê Hezên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê de ye. Piştî rizgarkirinê, Hêzên Asayîşa Rojava bi erka ewlekariya navxweyî ya li bajar û gundan radibe. Di nava Asayîşa Minbicê de bi sedan Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen hene. Di nava 7 mehan de ji bo Minbiciyan 6 dewreyên akademiyê hatine vekirin.

Hêzên Asayîşa Rojava, wezîfeya parastin û asayîşê di 21'ê Sibatê de bi merasîmekê radestî Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê kirin û xwe ji bajêr vekişandin.

Hejmara Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê di nava 7 mehan de gihîşt 400 kesî û 50 ji van jin in. Tevî ewlekariya nava bajêr, ev hêz di heman demê de destekê didin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo bajar ji êrîşên derve were parastin.

Bajar û gundên Minbicê di rewşa heyî de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê ve tê parastin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, di dema dawî de hejmara ciwanên tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibin, zêde bûye.