Gelê Mexmûrê li ser sofreya fitarê kom bûn

Welatiyên wargeha Mexmûrê li ser sofreya fitarê ya ji aliyê Meclîsa gel, Şaredariya Mexmûr, Meclîsa Îştar û Komîtya Perwerdê ve hate amadekirin, li hev kom bûn û bi hev re fetirîn.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ji aliyê Meclîsa gel, Şaredariya Mexmûr, Meclîsa Îştar û Komîtya Perwerdê ve xwarina fitarê hate amadekirin û bi tevlîbûna gel, piştî bangê melê gel bi hev re li ser heman sofreyê fetirîn.

Di dema xwarina fitarê de li ser navê saziyan ji endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Îştar Nuran Sezgîn xêrhatina welatiyan kir û got: “Di vê erefata Cejna Remanê de ji bo em gel li hev bicivin û li ser heman sofreyê bi fitirîn amadekariyeke berfireh ji aliyê saziyên wargehê ve hate kirin. Ev xwarin ji aliyê gel ve hatiye amadekirin. Ji bo hatina gel em spasdariyên xwe pêşkêş dikin.”