Gelê Mexmûrê banga lezgîn kir

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ji ber ambargoya PDK’ê û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk banga lezgîn kir.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li kampa wan malzemeyên tibbî û xurek kêm bûne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe pêk bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kampa Penaberan a Mexmûrê a ku 13 hezar kes lê dijîn, êrîşên leşkerî jî di nav de li hemberî gelek zextan li ber xwe da. Di 6’ê Kanûna 2017’an û di 13’ê Kanûna 2018’an de artêşa Tirk êrîşeke hewayî li ser kampê kir. Di van êrîşan de 8 kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Di 19’ê Tîrmehê de jî pêleke êrîş û zextan dest pê kir.

Piştî ku li restoranda Huqqabaz a li Hewlêrê di 17’ê Tîrmehê de xebatkarên MÎT’ê hatin kuştin, PDK’ê zextên xwe zêde kiriye. PDK’ê rêyên kampê girtiye û ambargo daniye ser kampê.

-Pêla dawîn a êrîşê di 19’ê Tîrmeha 2019’an  de saet di 00.10’an de dest pê kir. Ji hewayê herî kêm 3 bombe avêtin nêzî kampê.

-Du kesên sivîl ji ber bombeyan birîndar bûn. Tendirustiya sivîlan niha baş e.

- Di bomberdûmanê de xisar gihişt bax û baxçeyên gel.

-Di heman rojê de hêzên ewlehiyê yên PDK’ê hin kesên sivîl ên li kampê girtin û tu agahî ji van kesan nayê stendin.

- Ji 19’ê Tîrmehê û vir ve ketin û derketina kampê hatiye qedexekirin. Rewşên lezgîn jî tê de nahêlin ku tu kes ji kampê derkevin.

- Destûr nayê dayîn kesên li derveyî kampê ne, biçin ser karê xwe. Gelek kesên li Hewlêrê dixebitîn ji karê xwe bûn.

- Li ser şêniyê kampê zextên tacîz û psîkolojîk tê kirin.”

TU ELEQEYA ŞÊNIYÊN KAMPÊ BI BÛYERA LI HUQQABAZÊ TUNE

Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê diyar kir ku tu eleqeya şêniyên kampê bi bûyera li restoranta Huqqabazê tune û got ku “Zextên li ser kampê zêde dibin û gefeke mezin li ser kampê heye. Kesên li kampê dijîn li ser wan îzolasyoneke mezin tê kirin û hewl tê dayîn şêniyên kampê di rewşeke awarte de bijîn.

Heta ku Hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng bin, wê êrîş zêdetir bibin. Me derbarê êrîş û zextan gelek name ji nûnerên saziyên pêwendîdar re nivîsand û daxuyanî da. Lê heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî NY tu nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk nedane. Li gorî hiqûqa navneteweyî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê serweriya Iraqê bin pê dike. Ev rewş li dijî feraseta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin û bila ji bo rakirina ambargoya li ser kampê têkeve nav hewldanan.  Em bang li Tirkiyeyê jî dikin ku bila êrîşî Kampa Mexmûrê neke. Hikumeta Iraqê jî divê nerazîbûnê nîşanî vê êrîşê bide. Civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan jî divê li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk nerazîbûnê nîşan bidin.”