BI DÎMEN

Gelê Hênê li benda 16'ê Nîsanê ye

Gelê Hênê, ku şaredariya wan bi destê qeyûm hate desteserkirin û kolanên navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin, li benda 16'ê Nîsanê ye ku bersiva van polîtîkayên zordar bide.

Gelê Hênê, ku şaredariya wan bi destê qeyûm hate desteserkirin û kolanên navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine dagirkirin, li benda 16'ê Nîsanê ye ku bersiva van polîtîkayên zordar bide. Ji 7 heta 70 salî, şêniyên Hênê ji tifaqa AKP-MHP'ê gelekî aciz in û dibêjin, rengê spî yê li ser pisûlaya dengan, ku cihê dengê 'erê' ye, mîna kefenê Kurdan e.

Li navçeya Hênê ya Amedê, ku di hilbijartinên dawî de HDP'ê di asta rekorê de deng lê bi dest xist, rengê dengê referandûmê jî 'NA' ye. Tevî ku bi rêya qeyûm û wesayîtên zirxî hewl tê dayîn çavên gel bê tirsandin jî, şêniyên navçeyê xwe venagirin û yekser dibêjin 'NA'. Her kesên ku li navçeyê çav li kamerayê dikevin, dijberiya xwe ya li paketa AKP-MHP'ê vedibêjin.

NIFŞÊ NÛ DIZANE BÊ ÇIMA DIBÊJE NA

Mahmût Evren (15), ku hê emrê wî têra dengdanê nake, encamên referandûmê yên li herêmê radixe pêş çavan. Evren got, "Weke ferdekî ji malbata nirx, ez ji vir bang li her kesî dikim. Xalê min li Sûriyeyê şehîd bû. Sedemên min hene ku bêjim 'NA'. Haya Tayyîp Erdogan ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hebû. Gel daxist kolanan û dîktatoriya xwe afirand. Ji ber vê yekê ez dibêjim NA."

'TENÊ QESRÊ XURT DIKE'

Yûsûf Gulsum ê 58 salî bi ken tê cem me û bi van gotinan dibêje ew ê dengê 'NA' bide: "Di nava 18 xalan de, qanûneke ku me temsîl bike nîne. 18 xal, tenê qesrê xurt dike. Ji ber vê yekê em dibêjin Na. Ji ber hovîtiya li Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbînê hate kirin, em dibêjin NA. Weke Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî û Êzidî em dibêjin NA. Ji ber ku di nava 18 xalan de ji bo me tiştek nîne. Lewma em di 16'ê Nîsanê de dibêjin 'NA', 'NEY' û HAYIR'."

'ALIYÊ SPÎ YÊ KAXIZÊ, KEFENÊ KURDAN E'

Ayhan Çîçek jî, ku hat merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê, bang li dayikan kir û ji wan xwest, li dijî tirsê bêjin 'Êdî bes e'. Çîçek komkujiyên bi destê dewletê li Kurdistanê hatine kirin bibîr xist û got, "Aliyê spî yê kaxizê kefenê Kurdan e. Bila gelê Kurd rabe ser piyan. Yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re bijîn. Bang li gelê Hênê dikim. Divê di referandûmê de hûn bêjin NA. Em ê bi hezaran caran bêjin 'NA'. Dewletê çi kir ku daxwaza 'erê'e dike? Em dibêjin, bila zarokên leşker û polîsan jî nemirin. Em ji rijandina xwînê re dibêjin 'êdî bes e'. Bang li Serokkomar dikim. Tu têra xwînê nabe? Tu çima li ser Kurdan siyaseteke qirêj dimeşîne? Ev 45 sal in em dibêjin em bira ne em bira ne. Em destê xwe bidin hev. Lê belê ew me qebûl nakin. Ji ber vê yekê em jî wî qebûl nakin. Û ji ber vê dibêjin NA, NA, NA. Li dijî yên dixwazin vîna me bişikînin em dibêjin NA. Eger gelê Kurd xwedî li xwe dernekeve, kes xwedî lê dernakeve. Em hemû bi hev re, ji bo dengê NA, dakevin qadan."

'ZILMA LI ŞÊX SEÎD HATE KIRIN, LI ME TÊ KIRIN'

Fesîh Karataş jî ragihand, ku ew pêvajoya siyasî ji nêz ve dişopînin û bibîr xist, piştî avabûna Komarê Şêx Seîd bi kemînê hate girtin, hate darvekirin û heman polîtîka îro jî li dijî Kudan tê meşandin. Karataş diyar kir, gelek sedemên ji bo dayina dengê 'NA' hene û got, "Di guhertina destûra bingehîn de qanûnek ji bo Kurdan nîne."

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Karataş bal kişand ser girtina hevşaredar, parlamenter û bi hezaran siyasetmedarên Kurd û destnîşan kir, ku ew ji yek zimanî, yek alê, yek siyasetê re, ji neheqiyê re dibêjin NA. Karataş got, "Ev zelal e. Ew ê nikaribin bi ser bikevin. Roj bi roj ew ê winda bikin. Ji ber ku ew neheq in, bêhiqûqî ne, zordar in. Ew ê têk biçin, em ê bi ser bikevin. Di nava dîrokê de ti carî zilm heta bi hetayê dewam nekiriye. Zilma Tayyîp Erdogan jî wê biqede. Di nava vê zilmê de ew ê bifetisin. Em heta dawiyê dibêjin NA."

'JI BO GELÊN KURD Û TIRK EM DIBÊJIN NA'

Faysal Adsiz jî, ku du kekên wî ji ber tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn hatin girtin, destnîşan kir ku ji bo siberoja zarokên xwe ew ê bêje NA. Adsiz der barê sedemên xwe de jî got, "Ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo zimanê me, ji bo mirovên me yên di girtîgehan de ne, ji bo gelên Kurd û Tirk ez dibêjim NA."

'JI SEDÎ 70 WÊ BÊJE NA'

Mehmet Emîn Kaya jî der barê sedema dayina dengê NA de got, "Nabe ku em dewletê, welêt radestî şexsekî bikin. Sîstema ku dixwazin bînin, sîstemeke şaş e. Ji bo siberoja me dibêjim NA. Ji sedî 70 ê gelê Hênê wê bêje NA. Ji xwe her kesên bi xwe dizanin û ji welatê xwe hez dikin, divê bêjin NA."