'Gelê Ereb jî wê ji nîjadperestiya AKP'ê re bibêje; NA'
Parlamenterê Ereb ê HDP'yî Mehmet Alî Aslan got, gelê Ereb ê li dijî destûra bingehîn a AKP'ê ye, wê bêje 'NA'.
Parlamenterê Ereb ê HDP'yî Mehmet Alî Aslan got, gelê Ereb ê li dijî destûra bingehîn a AKP'ê ye, wê bêje 'NA'.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan diyar kir, desthilatdariya ku li dijî gelê Ereb herî zêde cihêkarî kir, desthilatdariya AKP'ê ye û der barê îstîsmara ol a AKP'ê de, hişyarî da gelê Ereb.
'GELEK SEDEMÊN EREBAN HENE KU BIBÊJIN NA'
Parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan bibîr xist, komeleyeke Ereb yekemcar di serdema vê hikumetê de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de hatiye girtin.
Aslan diyar kir, girtina komeleyeke Erebên demokrat êrîşek lid ijî nasnameya Ereb û mafên demokatîk e û işaret bi beşên mufredata perwerdeyê ya hikumetê li ser gelê Ereb. Aslan destnîşan kir, di mufredata heyî de gelek tezên dîrokê û gotinên nîjadperest ên gelê Ereb biçûk dixînin, hene.
Parlamenter Aslan ragihand, ji bo rakirina gotinên nefretê û nêzîkatiya cihêkar, ew gelek caran li parlamentê ketine nava hewldnan, lê belê AKP'ê û desthilatdariya qesrê di vî warî de ti gav navêtine. Aslan destnîşan kir, divê gelê Ereb bi dengê 'NA' di sindoqê de hesabê vê yekê bipirse.
'AKP LI DIJÎ GELÊ EREB, OL BI KAR TÎNE'
Mehmet Alî Aslan anî ziman, AKP û rejîma Qesrê di pêvajoya referandûmê de li dijî gelê Ereb ol bi kar tîne û got, "Lazim e gelê Ereb li pêşberî îstîsmara ol hişyar be." Aslan ragihand, çavkaniyên esasî yên ol, van xalên destûra bingehîn qebûl nakin û got, "Mînak; pêxemberê me gotiye 'Eger keça min Fatma sûc bike, divê bê cezakirin'. Lê belê Tayyîp Erdogan ancax bi dengê 400 parlamenteran dikare bê darizandin. Yanî darizandina wî nepêkan e. Lewma modela Erdogan û rêveberiya wî, li dijî ola me ye."
'EGER DENGÊ ERÊ BI SER BIKEVE, WÊ AKP Û QESR FÎLMÊ FAŞÎZMÊ NÎŞAN BIDE'
Parlamenter Aslan ragihand, di destûra bingehîn de xaleke bi tenê ji bo gel nîne û wiha dewam kir: "Ji bilî talankirina kedkaran, mûçeyên kêm, bêkarî, girtin, derxistin ji kar, îşkence û desteserkirina maf, tiştekî din ku ev destûra bingehîn pêşkêşî me dike, nîne." Aslan anî ziman, AKP û Qesra Erdogan hewl didin rewşa heyî di referandûmê de qanûnî bike û destnîşan kir, ev fîşmê faşîzmê ku niha fragmanê wê tê nîşandan, eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê bi temamî were nîşandan."
'ÇI ELEQEYA EZANÊ BI DENGÊ ERÊ HEYE?'
Mehmet Alî Aslan diyar kir, AKP nikare xalên destûra bingehîn îzah bike û got, "AKP ku nikare xalên destûra bingehîn vebêje, radibe dibêje 'ji bo Ezan bêdeng nebin bibêjin 'erê'. Gelo çi eleqe di navbera Ezan û erê de heye? Yanî derdê van xapandina gel e. Dixwazin bi xapandinê re xalên destûra bingehîn ên xizmetê ji faşîzma şexsekî re dikin, qanûnî bikin." Aslan ev pirs kir, "Eger dengê erê bi ser bikeve, gelo hûn ê qedexeya ezanê rakin?"
'AKP'Ê ÊRÎŞÎ AXAFTINA MIN A BI EREBÎ KIR'
Aslan bibîr xist, ku ew li Meclîsê bi Erebî axivî, lê yên di destpêkê de êrîşî wî kirin, parlamenterên AKP'ê bûn. Aslan got, gelê Ereb wê ji faşîzma şexsekî û yek zimanî ya AKP'ê re bibêje 'NA'.