'Gelê Colemêrgê bi wekîla xwe re ye'

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û got, "Gelê Colemêrgê heta dawiyê bi wekîla xwe re ye."

Piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven zêde dibe ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî. Tevî gelê Colemêrgê, siyasetmedarên bajêr jî piştgiriyeke xurt didin Guven. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya bi bîr xist, Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan dest bi çalakiyê kiriye.

Kaya diyar kir, Leyla Guven demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye û got, "Çalakiya greva birçîbûnê ku wekîla me Leyla Guven dest pê kir, rast e û hêja ye. Bi navê gelê Colemêrgê em heta dawiyê destekê didin çalakiya wekîla xwe."

'DI ŞEXSÊ BIRÊZ OCALAN DE GELÊ KURD TECRÎD KIRINE'

Kaya bi bîr xist, bi milyonan mirov didin dû Ocalan û got, "Ya rast, dema mirov bala xwe didin ser tecrîdê dibînin ku di şexsê Ocalan de gelê Kurd hatiye tecrîdkirin. Di şexsê gelê Kurd de jî Ocalan hatiye tecrîdkirin. Nepêkan e ku gelê Kurd vê tecrîdê qebûl bike. Em dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe."

Kaya bi bîr xist, Leyla Guven îradeya gelê Colemêrgê ye, li gelemperiya Colemêrgê zêdeyî 100 hezar deng stendiye û got, "Wekîla me ya hêja 100 hezar mirovî temsîl dike. Mixabin hikumeta AKP'ê vê daxwaza demokratîk a wekîla me ji nedîtî ve tê. Hikumeta AKP'ê ji berê ve hewl dide bi girtin û zordariyê siyasetmedar û gelê Kurd bitepisîne. Wekîla me ji bo xwe tiştekî naxwaze. Wekîla me ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê me dest bi çalakiyeke wiha kiriye. Ev îradeya wekîla me ye û ji bo me cihê hurmetê ye. Heta dawiyê em piştgiriyê didin."