Gelê Başûrê Kurdistanê li Qendîlê banga berxwedanê bilind kirin

Bi hezaran kesên ji navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protestokirin, li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kirin.

Bi hezaran kesên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ku berê xwe dan Qendîlê ber bi gundê Pirdeşarê ve dest bi meşê kirin.

Çalakger ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê bi rê ketin.

Di meşê de pankarta bi nivîsên “Her çiqas çiyayên me bê bombekirin, ciwan çiyayan naterikînin” û “Serî Hiled û dagirkeriyê têk bibe” hatin vekirin û dirûşmên “Bimre dagirkerî”, “Qatil Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin.

Girseya ku heta gundê Pirdeşarê meşiyan, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li vir daxuyanî hate dayîn.

Li ser navê ciwanên ji 8’ê Hezîranê ve di çalakiya mertalên zindî de ne Tolhildan: Pêwîste hemû gelê azadîxwaz xwedî li berxwedana Qendîlê derbikevin. Em hemû ji dizanin dewleta dagirkera Tirk niha xaka Başûr dagirkiriye. Ev dagirkerî ne tenê li ser Qendilê li ser tevahî destkeftiyên xaka Kurdistanê ye ji ber vê çendê divê em xwedî li xaka Kurdistanê derbikevin.

 Qendîl xwedi nirxekî dirokiye. Ji ber vê çendê divê hemû gelê Kurd berê xwe bidin Qendîl. Divê em bi ruhê netewî bifikirin û li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ev daxwaza Erdogan a dagirkirina Kurdistanê wê tenê weke xewn bimîne. Heta ku kesek azadîxwaz ê Kurd mabe wê ev xewna Erdogan nebe rastî. Em niha li Qendîlin, bila Erdogan bi ferme bê Qendîlê wê bîbine ku wê bi çî berxwedanê re rû bi rû bimîne. Divê hemû gelê Kurd û ciwan berê xwe bidin Qendîlê.”

Li ser navê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê mamosta Perwes: Hêzên gerîla bûn li Kerkûk, Celewla, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Nehiştin xaka Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Erdogan bi hinceta hebûna gerîla dixwaze xaka Başûr dagir bike. Divê hemû partiyên siyasî û gelê Kurd vê yekê bizanin, Erdogan dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em weke gelê Başûrê Kurdistanê wê li dijî dagirkeriyê rawestîn.

Mele Saman Sengawî : Îro Qendîl û Başûrê Kurdistanê di bin metirsiya dagirkeriyê de ye. Divê hemû meleyên me di xûdbeyan de banga parastina xaka Kurdistanê bikin. Îro roja xîret û roja berxwedanê ye. Bang li ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê dikim ku berê xwe bidin Qendîlê. Ger Qendîl bê girtin, wê radestê çeteyên DAIŞ’ê bikin.

Hevserokê Şaredariya Qendîl Mihemed Hesen: Em ê ti demê serê xwe li hemberî dewleta Tirk ne tewînin. Dewleta Tirk dixwaze ew rihê netewî yê di Newroza Qendîl de derdikeve holê, tine bike. Xewna Erdogan a girtina Qendîlê wê ti caran nebe rastî. Ev jî bi saya we û îradeya berxwedêr ya Kurd e.

Endamê Eşîreta CaF Sadûn Caf: Bang li hemû Gelê Kurd bi taybet bang li eşîreta xwe dikim; divê her ferdekî eşîretê li cihê lê bi teqez divê li ber xwe bide. Banga berxwedanê li her kesê dikim. Banga min ji bo hemû gelê Başûrê Kurdistanê rabin li ber xwe bidin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Qendîl’, ‘Terorîst Erdogan’ bidawî bû.

Piştre gel ber bi Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê ve meşiyan.