Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Qendîlê seferber bûye

Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bajar û navçeyên cuda berê xwe dan Qendîlê û li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn. Ji Bakurê Sûriyeyê jî ciwanan xwestin bi heman armancê xwe bigihînin Qendîlê, lê ji deriyê sînor nehatin derbaskirin.

Meşa gel a ber bi Qendîlê ve ji aliyê "Însiyatîfa Gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk" ve hate organîzekirin.

Bi hezaran kesên ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi rê ketin, sibeha Înê gihîştin Qendîlê.

Çalakger ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal û Ranyayê bi rê ketin.

Bi hezaran kes li Ranyayê li hev civiyan û bi rengekî girseyî berê xwe dan Qendîlê.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji 8'ê Hezîranê û vir ve li Qendîlê çalakiya mertalên zindî heye. Girseya gel a ji Ranyayê hat, ji aliyê çalakgerên mertalên zindî ve hate pêşwazîkirin.

Girseya gel li mizgefteke nêzî cihê çalakiya mertalên zindî nimêja Înê kir. Mele Saman Sengavî li vir peyivî û got, "Ji bo em nîşan bidin ku bi ciwanên xwe re ne yên li vê derê li dijî dagirkeriyê bedena xwe kirine mertal û ji bo li ber zilmê rabin ku dînê me vê yekê li ser me ferz dike, em hatine vê derê."

Sengavî da xuyakirin ku Erdogan bi rengekî hovane êrîşê dibe ser hemû nirxên gelê Kurd û got, "Êrîşê dibe ser mizgeftên me, goristanên me, gundên me, êrîşê dibe ser hemû nirxên me yên jiyanê. Ev yek bi ti awayî li bawerî û ola Îslamê nayê."

Sengavî li dijî dagirkeriyê ji bo berxwedanê bang kir û wiha dewam kir: "Hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, alimên olî û tevahiya gelê me, divê teqez li cihê lê ne li ber dagirkeriyê rabin û qala berxwedana mafdar a vî gelî bikin."

Tê payin ku girseya gel li Qendîlê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û serdana Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr bike.

Ciwanên ji Bakurê Sûriyeyê bi heman armancê bi rê ketin, li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin rawestandin. Destûr ji ciwanan re nehate dayin ku ji deriyê sînor derbas bibin. Li ser vê yekê ciwanan hewl dan ji pira li ser sînor derbas bibin, lê hêzên ewlekariyê li ber wan rabûn. Rewşa aloz a ji ber pêşîgirtina li ciwanan rû da, dewam dike.