Gelê Başûrê Kurdistanê: Çiyayê Qendîlê rûmeta me ye

Welatiyên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dan û diyar kirin ku Çiyayê Qendîlê çand û nasnameya wan e.

Duh bi sedan welatiyê Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya gerîlayan ber bi Çiyayê Qendîlê ve meşiyan. Çalakgerên ku tevlî çalakiya xwe bûn ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivîn.

Ciwanê Kelarî yê beşdarî meşa ber bi Qendîlê bûyî Dersim Qendîl got ku: “ Armanca me ya sereke ev e ku em ji dijminê Kurdan re bibêjin em tu carî dest ji xaka xwe bernadin.”

Dersim Qendîl diyar kir ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û got; “Weke ciwanekî Kelarê peyama min ji bo dagirkeran ew e ku em ê xaka xwe terk nekin.”

Jina ciwan a ji Koye beşdarî meşa Qendîlê bûyî Jiyan Koyê jî têkildarî armanca meşê got ku: “Em li çiyayê serbilind yê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyan dikin. Qendîl sembola berxwedanê ye û bijî berxwedana gerîla.”

Welatiya bi navê Derya Omer Karker jî  got: “Îro Kurdistanî û pêkhateyên cuda hatine Qendîl ji bo piştgiriya  Qendîl û berxwedan gerîlayên serbilind. Em her dem li dijî dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirk disekinin û ji ber ku rejîma faşîst a Tirk her ji salên 90'ê heya niha dagirkeriya xwe berdewam dike. Leşkerên Tirk ên ketin nava gundê Bermîze û welatiyên ew pêşwazî kirin, bila bizanin ku her ew leşker in welatiyên sivîl ên vî gundî şehîd xistin. Pêwîst e ji plan û hîleyên dijminan agahdar bin. Her alî û hizba piştgiriya dagirkeran bike, dîrok ew ê wan efû neke. Pêwîst e gelê Başûr piştgiriya gerîla bike.”

Her wiha Seyran Rewanduzî ku tevlî meşa Qendîl bûye, da xuyakirin ku heya dilopek xwînê di canê wan de hebe, wê parastina xak, welat û çiyayên Kurdistanê bikin. Rewanduz got ku; “Çiyayê Qendîl nasname û çanda me ye. Ez ji hemû dijminan re dibêjim ku em ê nehêlin Şengaleke din dubare bibe. Kurdistan dayik û çiya jî rehma dayikê ye.”