Gelê Başûr Kurdistanê: Qendîl kelha berxwedanê ye!
Ciwanên û gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya Qendîlê ketin rê û meşek lidar xistin.
Ciwanên û gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya Qendîlê ketin rê û meşek lidar xistin.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku dibin pêşengiya Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer de îro ji bajarên cûda yên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê û li navçeya Dukan a ser bi Silêmaniyê meşek lidar xistin. Meş bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî Berxwedana Qendîlê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin lidar xistin. Meş di saet 11’ê berê nîvro de pêk hat.
Ciwanên Germiyan, Şarezûr û Dûkanê jî beşdarî karwanê ciwanan bûn.
‘EM Ê DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKIN’
Li Dukanê ciwan û gele Başûr daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Daxuyanî ji aliyê Dêrsim Germiyanî ve hate xwendin û wiha têgotin; “Divê dewleta Tirk bizane ku ciwan dagirkeriyê qebûl nakin û wê Kurdistanê ji dagirkeran re bikin goristan.”
Germiyanî bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin û beşarî çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk bibin.
Piştî daxuyaniyê ciwan berbi Ranya ve bi rêketin û biryare bi tevlîbûna çalakvanên ji bajarên din jî girse berbi Qendîlê ve rê bikeve.
CIWAN WÊ BIBIN MERTALÊ ZINDÎ
Ciwanan sere sibê li parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê dabûn û ragihandibûn ku wê beşek ji ciwanên çalakvan li Qendîlê li dijî dagirkeriyê kon vedin û ji bo Qendîlê bibin mertalên zindî.
Tê payîn ku ciwan û gel piştî ku gihiştin Qendilê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê.