Gelê Başûr berê xwe dide Qendîlê

Çalakiyên gel ên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, wê îro li Qendîlê meşeke mezin bê lidarxistin. Beriya meşê danê sibehê ji gelek bajaran welatî bi rê ketin.

Welatî ji Duhokê, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Şarezgor, Kifrî, Xurmatû, Çemçemal, Ranya û gelek deverên din bi rê ket. Welatî wê li Ranyayê li hev bicivin û bi rengekî girseyî berê xwe bidin Qendîlê.

Bi hezaran kesên xwe bigihînin Qendîlê wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyê bidin çapemeniyê û serdana çalakgerên mertalên zindî bikin.