Gelê Basanê wê ji sîstema axatiyê re bêje 'Êdî bes e'

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Basanê Zîlan Ecevît diyar kir, wê ji rêveberiya axatiyê ya 29 salan re bêjin 'Êdî bes e'.

Li navçeya Basan a Şirnexê ku 29 sal in bi sîstema axatiyê ji aliyê malbatekê ve tê birêvebirin, xebatên ji bo hilbijartinê zêde bûn. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariyê zend û bend ba dan û li navçeyê qala projeyên xwe dikin.

Zîlan Ecevît (25) namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Basanê ye. Ecevît ku ji Zanîngeha Egeyê ji beşa Endezyariya Zîreetê mezûn bû, ji 3 saliya xwe ve li Cizîrê ye. Beriya wê li gundê Kanîreşê yê Cizîrê bû, lê ji ber ku gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin, malbata wê neçar ma koçî navenda Cizîrê bike.

'JI BO TEMSÎLIYETA JINÊ YA LI NAVA SIYASETÊ'

Ji bilî xwendina li zanîngehê, jiyana Ecevît li Cizîrê derbas bû. Ecevît got, "Dema li zanîngehê bûm bi rengekî çalak di nava karên jin û ciwanan de dixebitîm. Piştî ku dibistan qediya û vegeriyam, min hîn bêhtir cihê xwe di nava siyasetê de girt. Ji sala 2014'an û vir ve bi her wezîfeyê radibim û hewl didim xizmetê ji gelê xwe re bikim. Di hilbijartinên parlamenteriyê de yên bihurî bûm bernamzet. Sedema bernamzetiya min jî kêmbûna temsîliyeta jinê ya li parlamentê bû. Nehatim hilbijartin, lê belê vê yekê karê min ti carî qels nekir."

Ecevît anî ziman, 29 sal in li Îmraliyê sîstema mêtingerî û axaftiyê heye û got, "Ji sîstema axatiyê ya 29 salan re jin wê bêjin 'Êdî bes e'. Eger em li Basanê bi ser bikevin wê gelek kar û berpirsyarî li benda me bin. Em dixwazin gelekî bixebitin û bi ser bikevin."