Hê berê sibehê li Parka Newrozê ya Baxlarê ku bi rojane bi kelecanî li benda Newrozê Amedê bûn çûnûhatin dest pê kir. Di bernameyê ku ji hêla HDP, KCD, DBP û TJA’yê ve hatiye amadekirin, li hemû devera bajêr afîşên bi dirûşma ‘’Em ê teqez bi ser bikevin’ hatin daliqandin.
Li hemû taxên bajêr ku ezman ewrawî ye û hêvî nîn e ku baran were, gel ji berê sibehê ve ji malên xwe derdikevin û ber bi qada Newrozê ve diçin. Li qada Newrozê ku bi pêvajoya çareseriya demokratîk a 2013’an bûbû sembol û manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatî xwendin hemû amadekarî qediyan. Li qadê pergala deng û danîna platformê duh temam bû ku ev heftiyek bû amadekariyên wê dihatin kirin.
JI HER DEVERÊ BER BI QADÊ VE
Tê payin ku saeta 11.00’an ku bername wê dest pê bike qad tije bibe, gelê ku dixwaze li pêş bimîne jî ji saet 06.00’an ve hate cihê lêgerînê. Li hemû xaçereyên ku diçine qadê gel tije bûye, jin bi cil û bergên xwe yên rengîn balê dikişînin. Ciwan jî ji niha ve li derdora qadêbi sirûdan govendê digerînin. Gel bi dahol û zirneyan ber bi qadê ve diherike.
BALA ÇAPEMENIYÊ
Peywirdarên partiyê bi rojan e li vir nobedariyê dikin û koordînasyona qadê bi rê ve dibin. Nêzî 400 nûçegihanên biyanî û xwecih bernameyê wê bişopînin.