Gelê Şirnexê: Ferqa TOKÎ û girtîgehan ji hev tune

Gelê Şirnexê yên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de dewletê malên wan rûxand, diyar kirin ku jiyana di TOKÎ’yan de ferqa wan ji girtîgehê tune.

Li Şirnex, Cizîr û Hezexê di salên 2015 û 2016’an de ‘qedexeyên derketina derve’ hatibû îlankirin û di piştî van ‘qedexe’yan ji ber êrîşên dewletê bi hezaran mal û xanî hatin hilweşandin. Ji dêvila xaniyên ku hatin hilweşandin ji aliyê TOKÎ’yê ve di 6 hezar û 500 xanî û dikan hatin avakirin. Lê ev 3 sal in ev avakirina van xanî û dikanan neqediyaye.

Kesên ku ew ê li van xaniyan werin bicihkirin, hê jî ne diyar e.  Berê jî hatibû diyarkirin ku heke xaniyên kesan ji yê TOKÎ’yê biçûktir be, ew ê hinek pere ji malbatan were stendin. Gelê Şirnexê jî diyar dike ku ekonomiya herêmê di çend salên dawîn de qels bûye û naxwaza vê berdêla zêde bide.

‘JIYANA LI WIR NE LI GORÎ ME YE’

Ahmet Karaman (70) yê ku 48 sal berê dev ji koçeriyê berdaye û li Cizîrê bi cih bûye, tevî 20 endamên malê 40 salan li heman xanî dijiyan. Karaman diyar kir ku xaniyê wî du qat û bi hewş bû û got, “Niha tê gotin ew ê TOKÎ 3 daîreyan bide me, lê daîreyên wê derê biçûk in. Jiyana li wê derê ne li gorî me ye.”

Karaman diyar kir ku piştî rûxandina xaniyê wî, wî li ser eraseya xwe xaniyekî nû ava kiriye û got, “Min ji gelek kesan deyn stend. Lê xaniyekî min ê xweşik heye. Ez ê xaniyê TOKÎ’yê bifiroşim û deynê xwe biqedînin. Piştî vî emrî ez nikarim herim di qatê 9’an de bijîm.”

MALA WÎ 4 CARAN HATE HILWEŞANDIN, TOKÎ RED KIR

Mihyedîn Dûymak (54) yê ku xaniyê wî ji aliyê dewletê 4 caran hate rûxandin jî diyar kir ku di sala 1993’an de xaniyê wî ji aliyê dewletê hate rûxandin û piştre ew li Cizîrê bi cih bûye. Dûymak diyar kir ku li vê derê jî piştî rûxandinan, wî dîsa xaniyê xwe ava kiriye û got, “Di ya dawîn de xaniyê me serobin bû. Di qedexeya pêşîn de xaniyê min zirar dîtibû, lê mirov dikaribû tê de bijiya. Piştî qedexeya duyemîn, 2 hefte şûnde em ji neçarî ji xaniyê xwe derketin. Dema ku em vegeriyan jî ne xanî mabû ne jî baxçe.”

XANIYÊ XWE JI NÛ VE AVA KIR

Dûymak diyar kir ku ji bo xaniyê wî yê ku hatiye rûxandin ew ê 2 daîreyan bidin wî û ew ligel malbata birayê xwe û biraziyekî xwe yê berasteng bi hev re dijîn û got, “Birayê min qebûl kir, lê min qebûl nekir. Ez û malbata xwe em li xaniyekî din bi cih bûn. Ev xanî piştî mesrefa 5 hezara lîrayan, mirov dikare tê de bijî. Baxçeyê vî xaniyî hêjayî daîreya TOKÎ’yê ye. Di navbera jiyana di TOKÎ’yê de û di ya girtîgehê de tu ferq tune.”