Gelê Şengalê rêveberiya berê ya Şengalê qebûl nake

Encûmena Parêzgeha Nînovayê biryar da ku berpirsên li Şengalê ku dema DAÎŞ'ê êrîş kir ji Şengalê reviya, careke din vegere Şengalê. Lê gelê Şengalê vê biryarê qebûl nake.

Qeymeqamê berê yê Şengalê Mihma Xelîl li saziyeke ragihandinê ya ser bi PDK'ê ve got, wan bi Îdareya Parêzgeha Nînovayê re civîn kirin û biryar hatiye dayin ku rêveberiya berê vegere Şengalê.

Lê gelê Şengalê li ber biryara vegera rêveberiya berê ya Şengalê radibe û dibêje, "Di bin berpirsyartiya rêveberiya berê ya Şengalê de gelê Kurd hate qetilkirin. Bi rêveberiya berê ya Şengalê ferman li civaka Êzidî rabû."

Têkildarî mijarê Hevserokê Encûmeniya Gelê Şengal Faris Herbo ji ANF'ê re axivî û got; "Me jî encama civîna di navbera îdareya berê ya Şengalê û serokê Encûmena Parêzgeha Nînovayê ji ragihandinê bihîstiye ku qala vê yekê tê kirin wê rêveberiya Şengalê ya berê vegere ser karê xwe. Lê em weke gelê Şengalê vê biryarê qebûl nakin û weke rûspî, çalakvan û gelê Şengalê em amadekariyên şermezarkirina hatina rêveberiya berê ya Şengalê dikin. Bi tu şêweyek gelê Şengalê rêveberiya berê ya Şengalê qebûl nakin û weke qanûnî nabîne."

Faris Herbo wiha domand; "Rêveberiya berê ya Şengalê du caran Şengal vala kir û gelê Şengalê bi tenê hişt. Cara destpêkê 2014'an dema êrîşa DAÎŞ’ê de qeymeqam çû û komkujî li dijî civaka Êzidî pêk hat. Di 17'ê Cotmeha 2017'an de carek din qeymeqam û rêveberiya berê Şengal vala kir û gelê Şengalê bi tenê hiştin."

Navên rêveber û berpirsên berê yê Şengalê ku gelê Şengalê di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt û ji Şengalê derket wiha ye:

Qeymeqamê Şengal Mehma Xelîl
Serokê Encûmeniya Şengal Weyîs Nayif
Rêveberê Bajarokê Sinûnê Nayif Seydo
Serokê Encûmeniya bajarokê SinûNê Elyas Xizir
Rêveberê bajarokê Blêc Ebdûlhemîd Qasim
Serokê Encûmeniya bajarokê Blêc Êzdîn Nadim
Rêveberiya bajarokê Grozêr Xidir Xûdêda
Serokê Encûmeniya Grozêr Seydo Xişo