Gelê Şengalê li dijî ‘plana tasfiyeyê’ meşiyan

Li Şengalê bi hezaran kes li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de meşiyan. Gelê Şengalê vê peymanê wekî plana tasfiyeyê diyar dike.

Bi hezaran kes li Şengalê li dijî peymana Bexda-Hewlêr ya bi armanca tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û hêzên parastina Êzîdxanê, dest bi meşê kirin. Şengalî wê di meşê de daxwaza betalkirina peymana Bexda-Hewlêrê û naskirina statûya statuyeke xweser ji bo Êzîdiyan bikin.

Hikûmeta Federal a Iraqê ya bi serokatiya Mistefa El Kazimî di çarçoveya peymana Bexda-Hewlêrê ya ji bo tasfiyekirina hêzên parastina Şengalê û îradeya rêxistinkirî ya Êzîdiyan, heya 1’ê Nîsanê dem daye Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lê hem hêzên parastinê, hem jî nûnerên hêzên siyasî, jin, oldarên Êzîdî dibin banê MXDŞ’ê de van hewldanên hikûmeta Kazimî û PDK’ê yê ji bo tasfiyekirinê red kirin, ragihandin eger ne bi zimanê diyalogê û çareseriyê, bi şer werin ser Êzîdiyan, ew ê jî rêya berxwedanê hilbijêrin.

Bi heman mebestê îro welatiyên Êzîdî ji hemû gund, bajarok, navçeyên Şengalê berê xwe dan navenda Şengalê û ji ber Hola Laleşê dest bi meşeke girseyî kirin.

Nûnerên saziyên Êzîdiyan, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, oldar û bawermendên Êzîdî, rûspî, hêzên parastinê (YBŞ-YJŞ-Asayîşa Êzîdxanê) jî beşdarê meşa gelê Şengalê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên Erebî û Kurdî yên wekî, “Axa me, çiyayê me, çeka me, xetên me yên sor in”, “Îradeya me ji gefên Kazimî mezintir e”, “Çeka me şerefa me ye” hwd. hatin hildan.

Di meşê de ciwan timî dirûşmên, “Bijî berxwedana YBŞ-YJŞ’ê” dibêjin. Her wiha bi gotina, “Asayîş, Asayîş, Asayîş” piştgiriya xwe ya bi asayîşa Êzîdxanê re didin nişan.

Meş wê heya Yermûkê berdewam bike û wê li wir daxuyanî bi zimanê Erebî bi navê girseyê were xwendin. Di daxuyaniyê de gel wê helwesta xwe ya derbarê peymana Bexda-Hewlêrê de dubare ragihîne, daxwazên gelê Êzîdî careke din pêşkêşê raya giştî ya Iraqê û saziyên eleqeder bikin.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikûmeta Federal a dibin serokatiya Mistefa Kazimî de di encama bazarên veşartî yên bi Tirkiye û PDK’ê re peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê îmze kir. Peyman di encama têkoşîna hevpar a pêkhateyên Şengalê û civaka Êzîdî de heya niha negihîştiye armanca xwe. Şengalî hem bi rêya xwepêşandanan, hem jî bi rêyên dîplomatîk hewldan ku peyman bê betalkirin û hikûmet guh bide daxwazên Êzîdiyan.

Her wiha 117 roj in welatiyên Êzîdî ji bo piştgiriya xwe bi Asayîşa Êzîdxanê re ragihînin li ber avahiya asayîşê kon vedane.