Gelê Şengalê gotin “xweserî” û meşiyan
Gelê Şengalê di salvegera qetlîamê de meşek lidar xistin. PDK’ê nehişt ku Êzidiyên li Başûrê Kurdistanî tevlî meşê bibin.
Gelê Şengalê di salvegera qetlîamê de meşek lidar xistin. PDK’ê nehişt ku Êzidiyên li Başûrê Kurdistanî tevlî meşê bibin.
Gelê Şengalê bi wesîleya salvegera 3’emîn a qetlîama di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji herêma Kolkayê heta navendê meşiyan.
Di meşê de sloganên “Xweseriya Şengalê tolhildana jinên Êzidî ye”, “Şengaleke azad bi xweseriya Şengalê pêkan e”, “Bêdengî îxanetê kûrtir dike”, “Meclîsa Şengalê ya Xweser bersiva 73 fermanan e” hatin berzkirin.
Di meşê de alayên Meclîsa Xweser a Şengalê, YBŞ, YJŞ û PADÊ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
PDK’Ê ASTENG KIR
Êzidiyên ku xwestin ji Başûrê Kurdistanê biçin Şengalê ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Sinûnê hatin astengkirin. Li vê derê hêzên PDK’ê gule bera hewayê dan.