Gelê Şengalê bi PADÊ’ê beşdarî hilbijartinan dibe

Li Iraqê di 12’ê Gulanê de wê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin, li Şengalê jî coşa hilbijartinan zêde ye. PADÊ cara destpêkê bi 2 namzetan beşdarî hilbijartinan dibe. PADÊ bi dirûşmeya ‘deng bide îradeya xwe’ ji hilbijêran deng dixwaze.

Hilbijartinên 12’ê Gulanê li Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbibin ji bo gelê Şengalê xwedî girîngiyek mezin e. Gelê Şengalê cara destpêkê bi îradeya xwe wê beşdarî hilbijartinan bibin. Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) bi lîsteya 169’an bi 2 namzetan ber bi Meclîsê ve diçin.

Heta roja îro 74 caran êrîşên qirkirinê bi ser gelê Êzidî de hatin. Ji van komkujiyên herî mezin re jî ‘ferman’ tê binavkirin. Herî dawî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li dijî Şengalê weke hewldana qirkirinê hat nasîn. Di van êrîşan de bi sedan kes hatin kuştin û revandin. Jin û zarok di bazaran de weke kole hatin firotin. Bi deh hezaran mirov neçar man ku malên xwe biterikînin.

Li vê herêmê bi salan polîtîkayên cihêkar hatin meşandin. Piştî rûxandina rejîma Saddam a 2003’an li vê herêmê ti projeên siyasî û aborî nehate kirin. Tevî ku mafê qanûnî bi îradeya xwe gelê Êzidî namzetên xwe diyar nekirin. Partiyên ku bi navê Êzidî hatin avakirin jî ne ji bo xizmetê ketin li pey berjewendiyên xwe. Namzetên berê ji aliyê mixtar û serokê eşîran ve dihat diyarkirin. Gelê Êzidî di nava van gotûbêjan de cih negirt. Heta êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ev rewş wiha  bû. Di dema êrîşan de jî gelek kesan pişta xwe dan gelê Êzidî û reviyan, niha jî dibêjin em nûnerên gelê Êzidî ne.

Li Şengalê piştî mudaxeleya gerîlayan berxwedan û yekîneyên parastina xweser ava bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji bajar hatin paqijkirin şûnde ji bo gelê Şengalê rûpelekî nû vebû.

Li bajar rêxistinên di aliyê aborî, civakî û siyasî de hatin avakirin û rêveberiya xweseriya demokratîk hat îlankirin. Di nava vê berxwedanê de PADÊ hat avakirin û ji bo gelê Şengalê bû xwedî girîngiyek mezin. PADÊ bi xizmetên xwe piştgirî ji gel girt û ji lîsteya 169’an bi 2 namzetan tevlî hilbijartinan dibe. Dirûşmeya PADÊ ‘deng bide îradeya xwe’. Navê namzetan Sîmêr Derwêş Xelef El-Şêx û Xwedêda Mirad Reşo Pîso ye. Namzetên ku PADÊ diyar kirin di pêvajoya 3’ê Tebaxê de nava gel de bûn û ji ber vê sedemê jî gel piştgirî dide. Tenê ji bo hilbijartinan çend hefteyek maye gelê Şengalê vê carê xwe ji bo nûnertiya li Meclîsê amade dikin.