Gelê Çaldiranê ji bo dawî li talana qeyûm bîne zendûbend ba daye

Gelê Çaldiranê ku bi rêjeya 75 ji sedî di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de deng da HDP'ê, xwe amade dike ku vê rêjeyê bigihîne 90 ji sedî.

Gelê Çaldiranê xwe amade dike, ku bi Farûk Demîr û Leyla Atsakê dawî li talankariya qeyûm bîne.

Çaldiran ku li bilindahiya 2 hezar û 50 metreyî ye û pileya wê ya germahiyê dadikeve binê sifirê 45 pileyî, weke Sîbîrya herêmê tê naskirin. Tevî ku nêzî sînor e, deriyê sînor lê nîne û bazirganiya li ser sînor jî li herêmê qedexekirî ye. Di navbera Îranê û Çaldiranê de bi hinceta 'ewlekariyê' dîwar hatiye lêkirin. Şaredariya Çaldiranê ya DBP'yî sala 2017'an bi rêya qeyûm hate desteserkirin. Gelê Çaldiranê di hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîranê de bi rêjeya 75 ji sedî deng dabû HDP'ê. Niha jî xwe amade dike ku vê rêjeyê bigihîne 90 ji sedî.

Hevşaredar Farûk Demîr ê DBP'yî ku qeyûm li şûna wî hate bicihkirin, tevî Leyla Atsak ji bo Hevşaredariya Çaldiranê namzet e. Atsak sala 1994'an li navçeya Çaldiranê ya Wanê ji dayik bû, dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Çaldiranê xwend û ji beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bû. 

Demîr jî sala 1975'an li gundê Noşara Jorê ya Çaldiranê ji dayik bû, dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse jî li Mûradiyeyê xwend. Sala 2014'an ji bo Hevserokatiya Şaredariya Çaldiranê hate hilbijartin, Sibata 2017'an hate girtin. Piştre qeyûm li şûna wî hate bicihkirin. Salekê li girtîgehê ma û bi şertê kontrola edlî hate berdan.