'Gel wê bi xwe şaredariyê bi rê ve bibe'

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar diyar kirin ku wê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin û gotin: "Gel wê şaredariyê bi xwe bi rê ve bibe."

Ji hilbijartina rêveberiya xwecihî ya 31'ê Adarê re demek kin ma. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "YA ME YE" xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê zêde kir. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar der barê hilbijartinê û projeyên xwe yên ji bo Sêrtê axivîn.

'GEL WÊ BI XWE ŞAREDARIYÊ BI RÊ VE BIBE'

Namzeta Hevşaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik da zanîn ku ji bo şaredariyê îdîaya wan mezin e û anî ziman, gel ji qeyûman gelekî nerazî ye. Işik destnîşan kir, bi modela hevserokatiyê û bi gel re wê dawî li pirsgirêkên Sêrtê bînin û wiha axivî: "Rêveberiyên ku gel wan hilnebijêre nerêveberî ne. Tu carî rêveberiyeke zelal çênebûye. Em ê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Bê ku cudakirî hebe gel wê di biryarên şaredariyê de cih bigire û gel wê şaredariyê bi xwe bi rê ve bibe. Qeyûm dema hatin ser kar, destpêkê saziyên jinan girtin, zêdetirî 40 saziyên piştevaniya jinan girtin. Em ê ji nû ve saziyên jinan hemûyan vekin û derfetên kar biafirînin. Ne tenê derfetên kar, rêyên siyasetê jî em ê li jinan vekin."

'JI BO JINAN QADÊN MOR WÊ BÊ AVAKIRIN'

Işik anî ziman ku ji bo jinan wê qadên mor ava bikin û wiha pê de çû: "HDP partiya jinê ye û di nava HDP'ê de jin xwedî misyon e. Em ê li Sêrtê qadên taybet ên jiyanê ji bo jinê biafirînin. Her wiha em ê bazara jinê ava bikin. Ji bo zarok bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin em ê dibistanan vekin. Dema ku qeyûm hate tayînkirin destpêkê fêrgehên ziman girtin. Em ê navendên ciwanan vekin û ji bo ciwanan projeyên me yên taybet hene. Ji bo ciwanan qûrsên wêne, stranc, werzîş û akademiyên zanistê vekin. Ji bo parastina çanda Sêrtê em ê navendekî û ji bo çand û hunera Kurdan jî em ê navenda dengbêjan vekin. Di çand û hunera Kurdan de dengbêj xwedî rolek girîng in. Dîsa li Sêrtê Kurd, Ereb û Tirk bi hev re dijîn. Îdolojiya partiya me li ku derê be ferq neke ji bo hemû zindiyan weke hev xizmet kirine. HDP çand û baweriyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Em ê bi gelê xwe re şaredariyên gel dîsa bistînin û weke berê xizmetê ji gelê xwe re bikin. Li Sêrtê xizanî tê ferzkirin, em ê vê polîtîkaya hikumetê ya xizaniyê ji holê rakin." 

'EM Ê ŞAREDARIYÊ JI NÛ VE SAZ BIKIN'

Namzetê Hevşaredariyê Resûl Kaçar diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman mafê hilbijartinê yê gel hatiye xespkirin û ev yekê jî wekî darbeya li hemberî demokrasiyê bi nav kir. Kaçar da zanîn ku di 31'ê Adarê de bi gel re wê şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin û got: "Di sala 2016'an de li 97 şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. Projeyên şaredariyên me dîzin û xebatên şaredariyên me weke xebatên xwe nîşan dan. Demeke pir kin ma, em ê bi gelê xwe re qeyûman bişînin Enqereyê. Şaredariyên gel wê dîsa ji aliyê gel ve bên birêvebirin. Piştî şaredarî hatin xespkirin ti xizmet ji bo Sêrtê nehate kirin. Qeyûmên AKP'ê şaredarî xistine binê deynan. Em ê ji qeyûman şaredariyek hatiye wêrankirin dewr werbigirin. Em ê bi gelê xwe re şaredariyê ji nû ve saz bikin û bixin bin xizmeta gel. Pirsgirêkên li bajêr zêde dibin, lê belê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan projeyên me hene. Li bajêr potansiyela ciwanan û jinan zêde ye. Ji ber nifûsa ciwanan zêde ye, em ê hewl bidin ku şaredariyeke civakî çêbibe û çalakiyên çandî hebin. Em pirsgirêkan tespît dikin û ji bo çareserkirina wan projeyan amade dikin." 

'DÎWARÊN DI NAVA GEL Û ŞAREDARIYÊ DE WÊ BÊN HILWEŞANDIN'

Kaçar destnîşan kir ku dema li bajêr digerin xelkê Sêrtê daxwazên xwe û pirsgirêkên xwe dibêjin û got: "Em jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan perspektîf û projeyan amade dikin. Wê 31'ê Adarê bibe roja dawîanîna li feraseta qeyûman. Wê di 1'ê Nîsanê de şaredarî bikeve destê gelê me û wê rojê dîwarên di navbera gel û şaredariyê de ji holê bên rakirin. Em ê deriyê şaredariyê ji gelê xwe re vekin. Li dijî hişmendiya beton em ê qadên şênkahî biafirînin. Hemû projeyên hevalên me yên nîvî mane em ê temam bikin û xizmetê li ser zêde bikin."

BERÎVAN HELEN IŞIK KÎ YE?

Berîvan Helen Işik sala 1978'an li gundê Sekî yê navçeya Kercosê hatiye dinê. Sala 1989'an ji ber ferzkirina cerdevaniyê koçî bajarên Tirkiyeyê Îzmîr û Stenbolê dike. Işik hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd nas dike. Ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê bi navber tevlî xebatên HADEP'ê dibe. Sala 2007'an piştî wextek dirêj vedigere cih û warê bav û kalan. Işik piştî li Êlihê bi cih dibe li Navenda SES'ê ya Jinê dest bi kar dike û piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû hate îxrackirin. Herî dawî Hevseroka HDP'ê ya Êlihê bû.

RESÛL KAÇAR KÎ YE?

Resûl Kaçar sala 1980'î li Sêrtê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Sêrtê xwendiye. Ji beşa tenduristiyê ya Zanîngeha Sêrtê mezûn bûye. Sala 2007'an li Şirnexê weke xebatkarê dewletê dest bi kar kiriye. Sala 2016'an bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate îxrackirin.