Gel û partiyên Başûr li Hewlêrê dagirkeriyê şermezar dikin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê ji aliyê gel û partiyên Başûrî ve hatin şermezarkirin.

Nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk roj bi roj mezin dibe. Li Başûrê Kurdistanê 14 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi beşdariya bi hezaran kesî meşeke girseyî pêk anîn.

Bi hezaran kesên ji Hewlêrê, ji gelek bajar û navçe û gundên derdorê ji bo li dijî dagirkeriyê rawestin ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê meşiyan. Qisekeran diyar kirin, dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike dixwaze Rojava dagir bike. Hewlêriyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, "Rojava ya me ye, ya gelê Kurde. Ti hêz nikare îradeya Rojava têk bibe." Her wiha dirûşma "Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji Başûr bicehime" hate qîrîn.