‘Gel û Gerîla wê tecrîdê bişkînin’

Gerîlayên PKK’ê sala nû pîroz kirin û gotin; “Ev sal wê bibe sala serkeftinê.”

Dunya Ararat û Sîpan Çiya ku li qada Bradostê li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk têdikoşin, sala 2019’an di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah, gelê Kurdistanê û berxwedêrên zindanan pîroz kirin.

Gerîlayên ku ji ajansa me ANF’ê re axivîn, destnîşan kirin ku sala 2019’an wê bibe sala serkeftinê.

Gerîla Dunya Ararat di axaftina xwe de wiha balê dikşîne ser armanca tecrîdê; “Armanca tecrîdkirinê bêîradekirina Serokatî ye. Lê ti carî nikarin vê bikin. Rêbertî, Rêbertiyeke wisa ye ku ji zarokatî ve xwedî îradeyeke mezin e. Niha di wê astê de ye ku bi hezaran heval amade ne ku ji bo Serokatî canê xwe bidin.”

Gerîla Sîpan Çiya jî bi bîr xist ku di têketina sala 2019’an de jî tecrîdeke şidandî li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û got; “Çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Dewleta Tirk êrîşên berfireh plan kirine. Li ser vî esasî li dijî xaka Başûr êrîş pêk anîn. Qederek kuştiyên wan çêbûn. Tirsek di dilê wan de heye. Ruxmî ewqasî teknîka xwe jî li cihê xwe çikiyane. Ev jî bi saya xuliqkarî û berxwedaniya gerîla ye.

Ev tecrîda li ser Rêbertiyê tenê dikare şer kûr bike. Tekane çareserî li Îmraliyê ye, çareserî Rêbertî ye. Ev tecrîd jî wê bi berxwedana gel û gerîla bê şikandin. Ev politikaya îmha û înkarê ku ti nasnameya Kurdan qebûl nake, ew ê bê hilweşandin. Ev sal wê bibe sala zaferê û serkeftinê.”