Gel û gerîla ji hev qut nabin

Gerîlayên YJA Starê polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk nirxandin û gotin, "Bi têkiliyeke xurt gel û gerîla bi hev ve girêdayî ne, ku ji hev nayên qutkirin. Em ji bo gelê xwe hatin vê derê. Haya gelên Kurdistanê jî ji vê rastiyê heye."

Gerîlayên YJA Starê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxandin. Gerîlayên YJA Starê Eylem Mazlûm û Vejîn Qamişlo yên li Zagrosê gerîlatiyê dikin, bal kişandin ser polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gel û gerîla. Gerîla Eylem gerîlatiya li Zagrosan bi bîr xist û got, "Ji bo gerîlatiya li Zagrosan pêwîstî bi hêzeke mezin heye. Mirov li vê derê îradeya xwe nas dikin.

Dewleta Tirk li dijî gerîla polîtîkayeke giran a şerê taybet dimeşîne. Ev yek ne bihêzbûna dewletê, lê belê lawaziya wê nîşan dide. Mînak; bi rêya cîhazê her roj bang dike: 'Teslîm bibin, em ê we bigihînin malbata we, jiyaneke baş bijîn, bizewicin, kêfxweş bibin hwd.' Bangên ku ji bo koletiyê bang dikin. Her kes baş zane ku li gel dewleta Tirk jiyaneke baş nîne. Cihên herî bedew çiyayên Kurdistanê yên azad in.

Li dijî gel şerekî taybet tê meşandin. Dewleta Tirk zane ku em çiqasî qîmetê didin gelê xwe. Ji ber vê yekê jin û ciwanan dikin hedef. Çekê didin destê keçên malbatên cerdevanan, wan didin pêşiya leşkeran û li dijî me bi kar tînin. Li dijî profîl û projeya jinên azad, dixwaze profîl û karaktera xwe ya ku jina dixwaze biafirîne, nîşan dide. Divê ew jin jî bifikirin, bi wijdan tevbigerin, bi aqil tevbigerin, nebin aşiqê kujerên xwe."

TUNDÎ ZÊDE BIBE SERHILDAN JÎ WÊ ZÊDE BIBE

Gerîlaya YJA Starê Vejîn Qamişlo jî polîtîkayên şerê taybet nirxand û diyar kir ku divê jin xwe bi xweparastinê bêhtir bi pêş bixîne. Qamişlo got, "Hêzên desthilatdar ji rêxistiniya jinê, ji xurtbûna jinê ditirsin, ji ber vê yekê zextê û tundiyê dikin." Qamişlo got, "Divê jin hêza xwe bibîne, rêxistiniya xwe xurt bikin û xweparastinê bi pêş bixin.

Li dijî zextên zîhniyeta mêr û dewletê têdikoşin, lê divê mezintir bikin. Her ku asta azadiyê ya jinê bilind dibe dibin hedefa êşkenceyê, hîn bêhtir tundî li wan tê kirin. Dema ku tundî zêde dibe serhildan jî zêde dibe. Nêzîkatiya Rêberê me ya li jinê, hesasiyet û projeya wî ji aliyê tevahiya dinyayê ve tê zanîn. Rêbertî dikare her kesî xwedî bike. Dewlet bi xwe gelek caran li wî dinere û polîtîkayê ji bo xwe destnîşan dike.

Bi qasî aqlê dewletê aqlekî qirêj nîne. Ji ber vê yekê divê jin giraniyê bidin ser xweparastinê û lê kûrtir bibe, bêhtir afirîner bibe. Nîvê rojeva dinyayê êdî ji aliyê jinê ve tê diyarkirin. Li gelek deveran jin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Her ku dewlet dixitime ya jinê bi kar tîne ya jî tine dike. Nêzîkatiya xwe ya li Rêbertî jî bi vî rengî ye. Ji projeya herî biçûk a Rêbertî jî sûdê werdigirin."

DEWLET JI JINÊ DITIRSE

Vejîn Qamişlo diyar kir ku dewlet dibîne ku jin çiqasî bi pêş ve çûye, ji jinan ditirse û got, "Jin jî bi dewletê hesiyane. Li dijî dewletê li ser bingeha xweparastinê tevdigerin. Li nava mirovan, xwezayê, gerdûnê, jiyanê li nava her tiştî xweparastin esas e. Perwerde jî xweparastin e, xwe pêşvebirin, xwendin, bikaranîna çekê, hînbûna çekê, xweparastin esas e. Xweparastin her wiha dibe sedema parastina nirxên xwe.

Di navbera gel û gerîla de têkiliyeke xurt heye ku nikare ji hev bên qutkirin. Me ji bo gelê xwe berê xwe dan çiyê. Haya gelên Kurdistanê ji vê rastiyê heye. Hem rastiya xwe hem jî rastiya dewletê baş nas dike. Ji ber vê yekê divê bi polîtîkayên şerê taybet nexapin. Nûçeyeke xwe jî piştî çend kêliyan jê dibin."