Gel rêya Dilok û Rihayê girt û 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Meşa ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi dawî bû. Ji ber astengkirina meşê, girseya gel rêya Riha-Dîlokê li trafîkê girt û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê derê pîroz kir.

Meşa ku bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê û bi dirûşma “Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve” ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan welatî tev li meşê bûn. Girse li gel hemû astengiyan jî li ser Xaçerêya Payamliyê ya li ser rêbeja Riha-Dîlokê gihiştin hev û daxuyaniyê dan. Piştî daxuyaniyê jî ber bi Amarayê ve ketin rê. Girseya ku bi konvoyê xwestin biçin Amarayê, di têketina çoltara Taxa Yanaloba ya navçeya Pirsûsê ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin.  Cendirmeyan, bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda ku girse derbasî Amarayê bibe. Li ser vê yekê girseyê rê li trafîkê girt. Girseyê, li ser rêbejê xelekên govendê gerand, tililî avêtin û bi dirûşman rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Girseyê heta demekî dirêj rê girt û piştre jî belav bû.