Gel bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk kirin

Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Eyup Çelîk ê 3 sal berê li Sêrtê şehîd bûbû, kirin.

Gerîlayê HPG’ê Eyup Çelîk (Demhat Cîlo) di sala 2020’an de li çoltera Sêrtê bi 4 hevalên xwe re di êrişa hewayî de şehîd bûbû, piştî 3 salan malbatê cenaze anî Amedê û şîna xwe li Mala Şînê ya Hevêdan danî. 

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna Çelîk hat kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên TUAY-DER’ê, Komeleya Alimên Oldar, MED-DER bi girseyî çûn serdana şînê. 

Di şînê de ji bo Çelîk dua hatin xwendin. Paşê di şexsê Çelîk de ji kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylû di şînê de axivî û got: “Daxwaza cangoriyên me ji me ew e ku em xwedî li hev derkevin û yekitiya xwe pêk bînin. Divê em yekitiya xwe pêk bînin.”